المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PYDKÊ YA BI SER ENKSÊ VE SERDANA GORA TÊKOŞER Û XEBATKARÊ MEZIN ISMA’ÎL UMER KIR ….

0 166

Bi boneya 13emîn salvegera koçkirina têkoşer û xebatker serokê partiya Yekîtî “Isma’îl Umer”şandek ji Partiya Yekîtiya Dîmiqratî Kurdistanî ya bi ser ENKSê ve,di roja Sêşemê 17.10.2023’an de,katijmêr 5ê êvarî serdana gora têkoşer Isma’îl Umer ,li gundê Qerequyê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, li Kurdistana Sûrî kirin.

Herwiha şanda PYDKê bi serokatiya mamoste Nîzam bavê Dilo endamê ofîsa siyasî yê PYDKê bû.Her wiha bi beşdarbûna nivîskar û helbestvan Seyfedîn Qadirî nûnerê şaxê Hesekê yê Yekîtiya Nîvîskarên Kurdistana Sûriya.Herwiha bi beşdarbûna endamên xwecihiya Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve.

 

û hatin pêşwazî kirin ji aliyê birêz Salih Emo biryê têkoşer Isma’îl Umer û kurê têkoşer Bengîn Isma’îl Umer, û piştre şandê qevdek ji gulan danîn ser gora têkoşerê nemir Isma’îl Umer û wêneyê Elfatîha li ser giyanê têkoşer Isma’îl Umer xwendin.

 

Herwiha mamoste Nîzam bavê Dilo,li ser gora têkoşer axaftinek kir û di axaftina xwe de,diyar kir em wek wefedarî 13emîn salvegera têkoşer Isma’îl Umer em vedijînin.

 

Herwiha Nîzam, di axaftina xwe de,rola têkoşer Isma’îl Umer ya giring di qonaxa derbasbû de,li seranserî tevgera kurdî ya Sûrî û kurdistanî û ya Sûrî bi awayekî bilind nirxand.Û tê de diyar kir ku mîna van têkoşera em ê tim deyindarê wan bin li hember kar û xebata wanî netewî ya kurdayetî.Ji ber ku van têkoşera di hemû cureyên estengî û eskencê de li ser rêbaza piroja netewa kurdî berdewam bûn, ta ku jiyan xwe jidest didan.

Û di dawiya axaftina xwe de,soza xwe nû kirin li ser berdewambûna rêbaza bavê Şiyar û spasiya hemû beşdaran kir..

 

Herwiha birêz Ebdulhemîd Temo jî bi navê xwecihiya Dirbêsiyê spasiya hemû beşdaran kir..

 

Herwiha mamostse Umer Emo bi navê malbata têkoşerê nemir Isma’îl Umer,jî kêfxweşiya xwe dan xuyakirin li ser wefedariya hevalên wî ji bo bîranîna13emîn salvegera koçkirina wî..

 

 

Herwiha helbestek jî hat pêşkêş kirin ji aliyê nûnerê şaxê Hesekê yê Yekîtiya Nîvîskarên Kurdistana Sûriya M.Seyfedîn Qadirî.

 

Herwiha hemû beşdaran diçûn ser gora pêşmerge Rodî Elemo û wêneyê pîroz yê Elfatîha dixwendin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah..

Leave A Reply

Your email address will not be published.