المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PÊNC PENABERÊN SÛRÎ LI PERAVÊN LÎBYAYÊ XENIQÎN.

0 133

5 penaberên Sûrî li peravên Lîbyayê xeniqîn

5 xortên sûrî di nav avên Deryaya Sipî de xeniqîn, piştî ku keştiya ku di rêwîtiya wan a penaberiyê bo Ewropayê de tê de bû, li beravên Lîbyayê binav bû.

Çalakvanan li ser torên civakî nav û wêneyên qurbaniyên ku ji bajarê Kanaker li Xûtaya Rojava li gundewarê Şamê ne, belav kirin.

Fermandariya Ewlekariya Peravên Lîbyayê, “Wadî Eletel”, got ku piştî raporek ji radyoya deryayî ya Misrata re, 4 termên nenas ên koçberên ku di deryayê de hatibûn dîtin, hatin bidestxistin.

 

Herwiha rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê di Nîsana borî de got ku 441 koçber û penaber di destpêka sala 2023an de xeniqîne dema ku hewl didan ji Bakurê Afrîkayê ber bi Ewropayê ve derbasî Deryaya Sipî bibin, ku ev hejmara herî mezin e ku di sê mehan de di şeş salên borî de mirine.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.