PDK_Sê Salvegera 27emîn a koçbarkirina her du xebatkarên kurd” Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif” bi bîr anî..
Patiya Demokrata Kurdistan- Sûriya, îro roja înê 3ê mijdara 2023″an, salvegera 27emîn ya koçbarkirina herdu Xebatkarên kurd ” Kemal Ehmed Derwîş” û Şêxmûs Yûsif ” bi bîr anîn bi serdana gora wan li goristana ” Qidûrbek ” li bajarê Qamişlo ..
Û ev yek bi beşdarbûna sekirtêrê Partiya Demoqrata kurdistan_Sûriya, û serkirdayet û endam û Alîgirên Partî û herwiha bi beşdarbûna koma Narîn ya huner û filklora kurdî..
Û di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan ser giyanê her du pakrewanên kurd û hemû pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir …
Û piştre sekirtêrê partiya Demoqrata kurdistan_Sûriya, Mihemed Ismaîl, gotinek pêşkêşkir û têde li ser rola herdu herdu xebatkarên kurd di tevgera siyasî kurdî û de behiskir ..
Û herwiha tê zanîn ku her du Xebatkarên kurd “Kemal Ehmed Derwîş ” Emîndarê giştî yê berê ya partiya Demokrata kurd li Sûriyê Elpartî , û herwiha xebatkar “Şêxmûs Yûsif “, endamê ofîsa Siyasî ya partiya Çep ,
kesayetên xebatkar têkoşer bûn bi netewayî û niştîmanperweriya xwe di hatin naskirin û bi kar û xebata xwe dikirin ji bo doza Azadiya mafê gelê kurd li Kurdistana Sûriyê ku bigihêje mafê xwe yê rewa .
Û herwiha hêjayê gotinê ku her du têkoşerên kurd xwedan roleke taybet bûn di tevgera siyasî û kurdî de , karê wan di ber xizmet û berjewendiya gelê kurd herdem berdewam bû.
Û herwiha tê zanîn ku di roja “3 “mijdara sala” 1996 “an , her du Xebatkar çûbûn Hesekê ji bo Karekî û xebatekê ji Gelê kurd re bikin lê ew rastî bûyereke tirafîkê bûn li ser rêya Hesekê, û di encama vê bûyerê de Jiyana xwe ji dest dan û bi merasîmeke geş ji aliyê milet û partiyên siyasî ve li goristana ( Qidûr bek), li Qamişlo bi axê hatin spartin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî