المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PDK_Sê li Dêrikê salvegera 62emîn a Şoreş Êlûnê vejand .

0 165

Roja duşemê 11ê Êlûna 2023an,Partiya Demoqrata kurdistan_Sûriya,li bajarê Dêrikê salvegera 62 yan a şoreşa Êlûnê li ofîsa PDK_Sê ,vejand ..

Û ev yek bi amadebûna serkirda û endam û alîgirên partî..

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

Piştre M,Ebdullah Ismaîl endamê komîteya herêmî derbarî Şoreşa Êlûnê axifî.

 

Û endama ofîsa siyasî ya PDK_Sê, M,Besê Ebdê,bi awayekî berfireh li ser Şoreşa Êlûnê bi rêberiya Barzaniyê nemir axifî..

 

Û hêjaya were gotin ku Şoreşa “11”ê Êlûnê sala “1961 “de, Mela Mistefa Barzanî bi pêşengiya Şoreşa herî mezin a neteweyî di dîrokê de bi îradeya gelê kurd ku Şoreşa” 11″ ê êlûnê bû nîşana destpêka qonaxeke nû ya têkoşîna gelê kurd, û herwiha ev Şoreş yek ji serhildanên herî berbiçav û herî giring ku gelê kurd di dîroka têkoşîn û ronahiya xwe de bi dest xistiye.

 

Û herwiha Şoreşa Êlûnê ku bi serpirştiya serok “Barzaniyê” nemir bû, ku dixwest bi dilsozî û hezkirin û bi niştîmanperweriya xwe ya kurdî bi rizgariya vê şoreşê li başûrê kurdistanê belav bike da ku hesta neteweyî û kurdayetiyê di nav miletê kurd de hişyar bikê û ew jî biriya vê şoreşê ku bi Şoreşa Êlûnê di hat naskirin û ku li dijî rêjîma “bas ” ya Îraqî bû û di encamê de bi hezaran şehîd danîn.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.