Roja înê 10ê Adara 2023an, Şandek ji serkirdayatiya partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, serdana mezara nemiran “Mela Mustefa Û Idrîs Barzanî ,li devera Barzan kirin..
Û herwiha ev şanda PDK-Sê ,pêk hat ji endamên komîteya navendî ,Dr.Ehmed Melek, Mihemed Şêrîn Mihemed Emîn, Omer Koçerî, û endamên komîteya herêmî…..
Û di derbarê vê serdanê de Dr, Ehmed Melek berpirsê Rêxistina Hewlêrê gotinek pêşkêşkir û têde ser kar û têkoşîna Barzaniyê nemir û herwiha berdewamiyê ser xebata wî bi şopînin…
Hêjaya were gotin ku dîroka gelê kurd de gelek destanên berxwedan û mêrxasî û qehremanî û şoreşgeriyê hatine tomar kirin, ku ne bi tenê di dîroka kurdî de, lê belê di dîroka cîhanê de cihê xwe girtiye bi rêberiya bavê netewya miletê kurd Mela Mistefa Barzanî.
Û tê zanîn ku di sala” 1979″ an de, ji bo nexweşiya penceşêrê li nexweşxana Corc tawn, koça dawî kir,
Û herwiha Barzaniyê nemir bi hizir û ramanên xwe gelek xebat û şer û Canfidayî di pirsa kurdî û mafên Kurdistanê de, di kir.
Barzaniyê nemir her wê di dilê kurdan de bi mîne…
Ragihandina ENKSê
Raport … Hêvî Delî