المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PASDARÊN ŞOREŞA ÎRANÊ HERÊMA KURDISTANA IRAQÊ BOMBEBARAN DIKIN Û QURBANÎ JÎ HENE…

0 78

Li gorî zaniyariyan û çavkaniyên taybet Îro di roja çarşemê 28.9.2022’an de, baregehên sê partiyên Kurdistanî yên Îranê li Herêma Kurdistana Iraqê bi mûşek û firokeyên bêpîlot ên Îranê hatin bombebarankirin û di encamê de kuştî û birîndar hene

Her wiha Rêvebirê ragihandinê yê Tendirustiya Koysinceq Hawkar Elî ragihand, teqînan baregeha Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-I) li navçeya Koysinceq li Hewlêrê kirin armanc û di encamê de 2 kes mirin û 7 zarok jî di nav de birîndar bûn.

Û partiya Demokrata Kurdistana Îranê, şehîdbûna 2 endamên xwe û birîndarbûna hinekên din piştrast kir.

Her wiha navenda Partiya Komele ya Kurd a dijbereya Îranê ya li gundê Zerkoyezela ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê jî hat armanc kirin.

Her wiha Îro danê sibê baregeha Partiya Azadiya Kurdistanî ya li navçeya Eltûn Kûbrî ya ser bi parêzgeha Kerkûkê bi heman awayî hatibû bombebarankirin.

Her wiha Serokê Partiya Azadiya Kurdistani Hisên Yezdanbina ji yek ji kanalên televîzyonî re ragihand, hêzên Îranê êrişên tund li ser baregehên partiya wî kirine û da zanîn ku ziyanên mezin çêbûne.

Her wiha pasdarên Şoreşa Îranê ya têrorîst, êrîşa ku katijmêr 10:30 bi dema herêmî dest pê kir, girt ser xwe û tekez kir ku wê mûşekên teqez û balafirên bêpîlot ên xwekujî di operasyonên bombebarankirinê de bikar anîne ku bûne sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek ji sivîlan.

Û di daxuyaniya xwe de, pasdarên Şoreşa Îranê ragihandiye ku ew baregehên rêxistinên terorîstî yên li Herêma Kurdistanê dikin armanc.

Wek tê zanîn ku topxaneyên Îranê ev roja pêncemîn e li ser hev berdewam e û hejmarek navçeyên sînorî yên ser bi parêzgeha Hewlêrê, li quntara çiyayên Barbizîn û Seqrê û mêrgên Horniyê yên bajarokê Biradostê bombebaran dikin.

Her wiha Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro 28.9.2022’an de, bombebarankirina Îranê ya li ser baregehên opozîsyonê şermezar dike

Her wiha Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de, bi tundî binpêkirin û binpêkirina yekparçeyiya xaka Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.

Û bombebarankirina ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, li ser baregehên opozisyonê, bi her behanekê, helwêsteke ne rast e, rêveçûna bûyeran berovajî kir, û çavê me bilind kir.

Her wiha Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de,dibêje.Dema ku em van êrîşên berdewam ên li ser xaka me şermezar dikin, ku di encamê de sivîl dibin qurbanî, divê ev êrîş rawestin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.