المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Partiya Yekîtiya kurdistanî -Sûriya, pêşwazî li şandeke Encûmena Êêdiyên Sûriyê kir

0 65

Duh roja sêşemê 22ê mijdara 2022an, Şandek ji Encûmena Êzêdiyên Sûriyê serdana ofîsa partiya Yekîtiya kurdistanî -Sûriya kir..

Û herwiha ev şanda Encûmena Êzîdî ji aliyê Serhan Hesen serok û endamê serkirdayetê Mizgîn Yûsif pêk hat..

Û ji aliyê endamên komîteya siyasî Ibrahîm Biro û Newaf Reşîd û endamê komîteya navendî ve hatin pêşwazîkirin..

Û herwiha di naveroka vê serdanê de her du aliyan bi giştî ser bûyer û pêşhateyên herî dawî li kurdistana Sûriyê behiskirin û herwiha kêşe û metirsiyên li pêş navçeyê hatin gotûbêjkirin û pêwîste ku hemû hewlên dîplomatîk ji bo nehiştina wan metirsiyan bên yekkirin ..

Û herwiha ji rexekî din ve her du aliyan di vê civatê de ser rewş û kêşeyên ku nehiştin Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya kongirê xwe yê 4emîn li darbixe ji aliyê PYD ê ve behiskirin..

Û di dawiya vê serdanê de her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya peywendî û hemahengiyê ji bo xizmetkirina doza gelê kurd kirin…

Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.