المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PANORAMA MEHA AVDARÊ.

0 55

PANORAMA MEHA AVDARÊ.

 

Her sal Meha Adarê li cem Kurdan bi ahing û li darxistina çalakiyan derbas dibe, ji ber gelek bûyerên cûrbicûr têde hatine rûdan, hin ji cihê kêfxweşiyê bûn, û hin ji cihê serfiraz û azadî û serbilindiyê bûn, di heman demê de ji bo gelê Kurd ev meh xwedî taybetmendiyeke giring e.

 

lewma hemû boneyên heyva Avdara 2024an, çi ên xweşî û çi ên êş, şîn û dilxemginiyê, ji aliyê Xwecihiyên bi ser Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriya, li bajar û bajarokên Kurdistana Sûriya, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Hesekê, Efrîn, Kobanê, Dêrik, Çilaxa, Tirbespiyê û herwiha Rêxistinên Partiya Demoqrata Kurdistan _Sûriya ve, hatine vejandin û herwiha ev helkeftin evin ku bi birîneke pir bi êş meha Adarê destpêdike :

 

_ 1ê ” Avdarê koçbarkirina dawî ya bavê netewa miletê kurd “Mela Mistefa Barzanî, ku sala 1979 an, li nexweşxaneya “George Town” li Emerîka koça dawî kir, û li gundê Şino yê Rojhilatê kurdistanê bi xakê hat spartin, û di sala 1993an termê wî û kurê wî Idrîs hatin veguhestin ji bo devera Barzan.

 

_”8 ê” Avdarê, roja cîhanî ya jînê, ji aliyê Rêxistinên jinan ve bi ahing û şahî hate li darxistin.

 

_”9 ê” Avdarê koçbarkirina dawî ya hunermendê kurd yê navdar” Mihemed Şêxo “ sala 1989 an, Ku di nav civaka kurdî de bi hestê stranên xwe yên netewayî û evînî û gelêrî dihat naskirin.

 

Stranbêjê kurd” Mihemed Şêxo” di sala “1989 ” an de, li Qamişlo çû ber dilovaniya xwedê û ji aliyê milet û keseyetên siyasî û rewşenbîrî ve li goristana” Hilêliyê “ya li bajarê Qamişlo bi axê hat spartin…

 

_”12 ê” Avdarê, bîranîna serhildana gelê kurd li kurdistana Sûriyê li dijî Stemkar û zordariya rêjîma Be’es ( Raperîna 12 Adarê ), di lîstika footbolê de, di navbera Tîma Cîhad ya Qamişlo, û Tîma Fitiwê ya Dêrezorê, û herwiha alîgirên Tîma Fitiwê yên erebên şofînî û bi piştgirtiya rêjîmê bi hin çekên cûrbicûr êrîş bi ser welatiyên kurd ên alîgirê Tîma Cîhad kirin.

 

Û di encama wê erîşê de li seranserî deverên kurdistana Sûriyê welatiyên kurd derketin xwepêşendanan, Lê rêjîmê bi tundî bersiva wan da û bi sedan kes birîndar bûn û herwiha bi hezaran hatin binçavkirin û bi dihan şehîd ketin، êdî her sal bi rêzdarî şehîdên serhildana Qamişlo tên bibîranîn.

 

_”14 ê” Avdarê bi ahing û şahiyeke bi coş tê vejandin, Roja jidayîkbûna bavê Netewa miletê Kurd Mela Mistefa Barzanî sala 1903 an, li gundê Barzan yê Başurê kurdistanê, ku dîroka gelê kurd de gelek destanên berxwedan û mêrxasî û qehremanî û şoreşgeriyê hatine tomar kirin, ku ne bi tenê di dîroka kurdî de, lê belê di dîroka cîhanê de cihê xwe girtiye bi rêberiya bavê netewya miletê kurd Mela Mistefa Barzanî.

 

_”16 ê” Avdarê bîranîna Kîmyabarana komkujiya Helebçe sala “1988”, an, dema bombarankirina bajarê Helebça bi bombeyên kîmawî ji aliyê rêjîma tûndrew û dîktator a” Sedem Hisên “ve ku nêzî Pênc hezar Kurd hatin kuştin û bi hezaran birîndar bûn û bi nexweşiyên giran ketin .

 

_”21 ê ” Avdarê cejna neteweyî ya gelê kurd “Newroz ” û destpêka sersala nû ya kurdan tê pîrozkirin bi vêxistina agirê azadiyê û aştî û aramiyê yê Kawayê Hesinkar li herçar parçeyên Kurdistanê.

 

_”31 ê” Avdarê salvegera bidarvekirina pêşewa” Qazî Mihemed sala 1947 an,

Ku yek ji kesayetên xuyabû di dîroka kurdî de û xwedî çandek berfireh bû, Herwiha di 16/12/1945 an, yekem car li qada Çarçira li komara Mihabadê Ala Kurdistanê bi destê Qazî hate berz û bilindkirin .

 

Di 31 ê Adara 1947 an, derbarî kar û xebata Qazî Mihemed ya netewayî û Kurdayetiyê, ji aliyê rêjîma Iranê ve hate bidarvekirin, lê Pêşwa Qazî Mihemed berî were bi darvekirin çend weseyetên ji miletê kurd re anî ziman ew jî ev bûn:

 

*Yekîtî û pêkvejiyana xwe biparêzin û ji hevdû re dijminatî nekin, hevdû biparêzin û ji hevdû re alîkar bin.

*Ji bo ku dijmin nikarîbe we bixapîne , ji we tê xwestin ku asta xwe ya xwendin û perwerdehiyê zêde bikin û zanîna xwe pêş bixin.

 

Û hêjaya gotinê ku Meha Adarê wê bibe sembola fedekarî û serkeftinan û wê bibe meha evînî û aştiyê, ku her sal miletê kurd van rojan çi yên xweşî û çi yê xemgîn vedijînin ..

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.