NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA( ENKS) CÎGIRÊ RÊVEBERÊ DESTEYA HEC Û UMREYÊ YA SÛRÎ PÊŞWAZ KIR.
Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê cîgirê rêveberê desteya Hec û Umreyê ya Sûriyê pêşwazî kir.
Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, roja Sêşemê 30/4/2024an, mamoste Abdulxaliq Derwîş, Cîgirê Rêveberê desteya Sûrî ya Hec û Umreyê, û Hac Abdulîlah Kelş Serokê Koma Retaja Kabeya Hec û Umreyê pêşwazî kir
Herwiha birêz Îmad Berho endamê desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî bi wan re bû.
Şande li baregeha nûneratiyê li Hewlêrê ya paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê serok û endamên nûneratiyê ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de, her du aliyan behsa proseya tomarkirina welatiyên Sûriyê li Herêma Kurdistanê yên ku dixwazin îsal Hecê pêk bînin kir, ji bilî nêrîneke giştî li ser Dezgeha Hecê ya Sûriyê û girîngiya rola olî di gihandina peyama pêkvejiyana aştiyane de di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de
hat gotûbêjkirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah