Nêzîkî1500 malbatên Kurd vegeriyan e Efrînê.
Di van çend rojan de zêdetirî 1500 malbatên Kurd yên koçber û derbider ji navçeya Şehbayê vegeriyan gund û bajarên xwe li Efrîna Rojavayê Kurdistanê.
Di vê derbarê de Rêxistina Efrînê ya bi ser Partiya Demoqrata Kurdistan_Sûriya, da zanîn ku ji destpêkirina şer heta roja 5 ê çileya pêşîn , ku nêzîkî 1500 malbatên derbider ên Kurdên Efrînê ji Heleb û Şehbayê vegeriyan gund û bajarên xwe li Efrînê.
Û herwiha Rêxistina Efrînê ya Partiya Demoqrata Kurdistan_Sûriya, û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşwaziya koçberan kirin, û alîkarî ji wan re pêşkêş kirin,û li gorî partiya Demoqrata Kurdistan_Sûriya, hejmara malbatên hatine Efrînê diyar kir, ku roja 2 çileya pêşîn 200 malbat vegeriyan Efrînê.
Roja 3 ê Çileya Pêşîn 500 malbat.
Roja 4 /12/2024, 500 malbat.
Roja 5 /12/2024,300 malbat vegeriyan.
Û ji ber şer heta niha bi sedhezaran malbatên koçber û derbider yên ji navçeyên Heleb û Şehbayê derbasî nava herêmên Reqa û Tebqa û Qamişlo û navçeyên din yên Rojavayê Kurdistanê bûn, û herwiha beşek ji wan vegeriyan Efrîn.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo