المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NEMSA DEST BI RAKIRINA MAFÊ PENABERIYÊ JI 2400 SÛRIYAN KIR.

0 55

NEMSA DEST BI RAKIRINA MAFÊ PENABERIYÊ JI 2400 SÛRIYAN KIR.

Nemsa dest bi rakirina mafê penaberîyê ji 2,400 Sûrîyan kir.

Wezareta Navxweyî ya Nemsa ragihand ku ji dema hilweşîna rêjîma Esed di Kanûna Paşiyê de, ew dest bi pêngavên vekişandina penaberiyê ji 2400 Sûrîyan kir, di çarçoveya polîtîkayeke nû de ku ji aliyê Wezîrê Navxweyî Gîrhard Karner ve hate ragihandin, ku di nav de rawestandina biryarên penaberiyê ji Sûrîyan re, û amadekirina bernameyek ji bo dersînorkirina wan an vegerandina wan bi dilxwazî bo welatê xwe.

Ajansa nûçeyan a Nemsawî ji wezaretê re ragihand ku hejmara daxwazên penaberiyê yên ji Sûrîyan bi awayekî berbiçav kêm bûye. Di meha Kanûna Paşiyê de, li gorî heman mehê ya sala borî, ji sedî 55 kêm bû.
Ji ber vê yekê tenê 618 Sûrî daxwaza penaberiyê kirin, li hember 1,393 kesan di meha yekem a sala 2024an de.

Wezaretê da zanîn ku daxwazên penaberîyê yên nû ji Sûrîyan tên tomarkirin, lê nayên çareserkirin”. Herwiha dibêje ku 80 Sûrî ji dema hilweşîna rêjîma Esed ve bi dilxwazî ji Nemsa derketine.

Ajansa Alîkariyê û Piştgiriya Federalî ragihand ku wan nêzîkî 440 civînên şêwirmendî li dar xistine da ku alîkarîya penaberên Sûrî bikin ku vegerin. Kesên ku bi dilxwazî vedigerin, alîkarîya aborî ya 1000 Yorî werdigirin, lê ev pêngav tê wateya ku ew statuya parastinê ya li Nemsayê ji dest didin.

Ji aliyê xwe ve, wezîr Karner ji partiya (Gelê Nemsawî) eşkere kir ku rêbazên penaberiyê ji bo welatiyên Sûrî dê bêne rawestandin. Wî got ku “Sûriye niha pêdivî bi hemwelatîyên xwe heye ku welat ji nû ve ava bikin”.

Wî bal kişand ku “Penaber ne ji bo jiyanê ye, ew parastina demkî ye ku nayê dayîn, eger sedemên pêwîst nebin”. “Piraniya kesên ku di veguhastina bi darê zorê de cîh digirin, sûcdar û kesên ku naxwazin tevlîhev bibin û kar bikin in”.

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.