المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Nêçîrvan Barzanî xwendekarên yekem ên Herêma Kurdistanê xelat kirin…

0 88

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 10/7/2023an pêşwaziya xwendekarên yekem ên pola 12ê ên û malbatên wan kir.

Nêçîrvan Barzanî xwendekarên yekem xelat kirin û bi wan re wêne girt, û bi germî pîrozbahî li derçûyan kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest û herwiha tekez kir ku derçûyên amadehiyê di vê asta bilind de serkirdeyên siberija welatin û dikarin xizmeta gel û welatê xwe bikin..

 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li xwendekarên yekem, duyem û sêyem ên derçûyên pola 12an û malbatên wan kir.

 

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li xwendekarên yekem, duyem û sêyem ên pola 12an û malbatên wan kir û bi germî pîrozbahî li derçûyan kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

 

Û herwiha serok Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de diyar kiriye ku Herêma Kurdistanê bi giştî şanaziyê bi wan dike û dilniya kiriye ku skûlerşîb ji bo hemû derçûyên îsal ên yekem, duyem û sêyem ên amadehiyê li ser asta Herêma Kurdistanê dabîn dike, da ku li zanîngehên navxwe û derve perwerdehiya xwe bidomînin, ji bo vê mebestê jî Wezîrê Perwerdehiyê yê Herêma Kurdistanê raspart ji bo karên pêwîst.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.