المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA HEVDÎTINA DI NAVBERA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê Û ŞANDEKE HEVBEŞ JI MAMOSTEYÊN KAMPÊN QUŞTEPE Û GEWREGOSKÊ DE .

0 75

Şandeke hevbeş ji mamosteyên kampên Quştepe û Gewrgoskê yên girêdayî parêzgeha Hewlêrê,di roja pêncşemê 22.9.2022an de serdana baregeha nûnertiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Hewlêrê kirin.

Şande ji aliyê Serokê Nûnertiyê Dr. Kawa Azîzî û endamên Nûnertiyê ve hate pêşwazîkirin.

Her wiha şanda mamostayan pirsgirêkên pêvajoya perwerdeyê û zehmetiyên heyî bi taybetî rewşa mamosteyên ku peymanên wan nayên nûkirin rave kirin, ji ber ku şanda nûnertiyê bi dirêjî guh da êş û azarên van mamosteyan.

Û piştî guftûgoyên sûdmend derbarê rewşa wan de û pêşkêşkirina îmkanên çareseriya rewşa wan piştî berçavgirtina yasayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berçavgirtina rewşa mamostayên mirovdost û xizmetkirina wan di salên derbasbûyî de .

 

Her wiha li hev kirin ku pirsa hemû mamostayên kampan ji berpirsên herêmê re ragihînin, da ku ew ji karê mamostetiyê bêpar nemînin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.