Encûmena xwecihî ya bajarê Kobanê ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Kobanê di roja pêncşemê 28.12.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên gelê Kurd û Kurdistanê û di pêşî de Barzaniyê nemir.Lîsta kar gengeşe kirin
Di warê rêxistinî de, amadebûyan tekezî li ser lidarxistina civînên asayî û giringiya ragihandina rasterast bi girseyan re bi lidarxistina semînerên siyasî û çandî kirin.
Di warê siyasî de, beşdaran geşedanên dawî yên li qada herêmî yên di derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlên li seranserê Kurdistana Sûriyê de hatin nîqaşkirin û beşdaran ev êrîş şermezar kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah