المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA AMÛDÊ YA ASAYÎ.

0 153

ncûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe di roja Pêncşemê 28.12.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

 

Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin ji aliyê serokê xwecihiyê birêz Fewaz Bengo ve û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.

Û tekezî li ser pêşxistina karê encumenê di vê qonaxa de bê kirin.

 

Herwiha rewşa siyasî,gotûbêjkirina pêşhatên dawî yên di qada siyasî ya Sûriyê û kurdî de. Pêşketinên li herêmê û pêvajoyên navdewletî û herêmî û êrîşên hovane bi ser herêmên Kurdistana Sûrî ji aliyê Tirkiyê ve hatin gengeşekirin û

şermezar kirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.