Xwecihiya Barzaniyê Nemir ya bi ser ENKSê ve,(Til Temir ,Zirakan)li bajarê Til Temir di roja Sêşemê 26.12.2023an civîna xwe ya asayî lidarxistin.
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin û di rewşa rêxistinî,rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encûmena Xwecihî wergirtibû hate xwendin, naveroka wê hate gotûbêjkirin û tekezî li ser pabendbûna bi siyaseta Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hate kirin.
Di derbarê rewşa siyasî de: dawî pêşhat û pêşhatên siyasî yên li qada navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah