المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Nûçeyên herî dawî ser Êrîşên balafirên cengê yên Tirkiyeyê ser Kurdistana Sûriyê..

0 142

Îşev berî demjimêrekê 2 cih li bajarê Dirbêsiyê hatin bombebarankirin ji rexê balefirên Tirkiya,  yek ji wan nêzîkî Asayîşa bajêr û ya cihê dî mala mamoste Eşref Elmella endamên berê yê xwecihiya Dirbêsiyê. 

Îro jî roja sêşemê 26ê berçileyê , Balafirên Tûrkiyê cerek din bi dironan çend cih li navenda bajarê Qamişlo û derdora wê bombebarankir.

 

Li gorî jêderên xwecihî cihên ku hatine bombebarankirin ev in:

 

Sayloya genim ya li gundê Girziyaretê Çolê li nêzîkî Rimêlan.

 

Cihek li ser kemera rojhilatî Qamişlo.

 

Nexweşxaneya Kovîd li Qamişlo.

 

Kargehek li bakurê gundê Girbawî yê bi ser bajarê Qamişlo ve.

 

Rêbenda Ne’metlî li Rojhilatî bajarê Qamişlo.

 

Û di heman demê de Turkiyê du rêbendên Asayîşa PYDê li bajarê Kobanê bombebaran kirin.

 

 

 

Û herwiha Turkiyê li Amûdê jî du rêbendê Asayîşa PYDê bombebarankirin.

 

 

Û di şeva borî de 25.12.2023 Balafirên cengî yên Turkiyê 40 êrîşên xwe li ser cih û navendên xizmetguzariyê li bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê pêk anî.

 

Balafirên artêşa Turkiyê Duh roja duşemê 25.12.2023,bajarê Qamişlo, Kobanê, Amûdê kirin armanc ku 40 êrîş pêk anîn û piraniya wan êrîşan li taxên bajarê Qamişlo hatin encamdan “Taxa Elaya,Qenat Elswês,Enteriyê, çapxaneya Sîmav ya li Taxa Meyselûn.

 

Û di encama bombabarankirinê de 8 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û pêhtirî 20 kesan birîndarbûn,

 

Û navê şehîdên ku di çapxaneya Sîmav li Qamişlo canê xwe ji dest dane ev in:

 

Ferhan Xelaf ” rêvebirê çapxaneyê

Bêrîvan Zubêr

Riyad Hesen Hemo

Ferhan Temê .

Rênas Hisên.

Hisên Ehmed

 

Û li gorî jêderên xwecihî zêdetirî 20 welatiyên sivîl birîndarbûn û heta niha navê wan nehatiya diyarkirin.

 

Û li gorî Çavkaniyên taybet ragihandin ku şeva borî 25.12.2023an cihên li Qamişlo hatine armanckirin ev in:

 

Westgeha Tirênê

Cihek li taxa Elaya

Banzînxaneya Elfelahîn

Kargeheke Dirûtinê

Sad Sadkoba Elaya

Nexweşxaneya şûştina Gorçikan

Kargeheke Çimênto li gundê Şorik

Kargeheke Bembo li taxa Um Elfirsan li Rojhilatî Qamişlo

Çapxaneya Sîmav

Aşê Rojhilatî

Cihên Xanûber û Avahiyan li zinara Bakur.

 

Û tê zanîn ku di roja 23.12.2023 , Balafirên Turkiyê westgeha Uda ya petrolê li başûrê bajarê Tirbespiyê û herwiha navenda petrolê ya gundê “Bana Şikeftê” yê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.

 

Ragihandina ENK-S ê

Leave A Reply

Your email address will not be published.