المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR YA BI SER ENKSÊ VE.

0 107

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR YA BI SER ENKSÊ VE.

 

 

Xwecihiya Barzaniyê Nemir ya bi ser ENKSê ve,bi amadebûna Mamoste Zibêr Mûsa endamê ofîsa karûbarên encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve û bi amadebûna hemû endamên xwecihiyê,li bajarê Til Temir civîna xwe ya heyva gulanê ya asayî lidarxistin.

 

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin

 

 

Di rewşa siyasî de: Mamoste Zibêr Mûsa behsa dawî pêşhat û pêşhatên siyasî li qada navdewletî, navçeyî û navxweyî kir.

 

Bi taybetî jî civîna Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li gel cenabê Serok Mesûd Barzanî.

 

 

 

û di rewşa rêxistinî,rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encûmena Xwecihî wergirtibû hate xwendin, naveroka wê hate gotûbêjkirin.

 

Piştî wê, pabendbûna bi siyaseta Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hate piştrastkirin.

Di dawiya civînê de nivîsgeh û komîteyên nû di encûmena xwecihî de hatin avakirin, ku di nava wan de ofîsa serokatiya xwecihiyê jî heye.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.