NAVEROKA CIVÎNA ASAYÎ YA NÛNERTIYA EWROPA YA ENKSÊ.
Nûnertiya Ewropayê ya ENKSê civîna xwe ya asayî li navenda Mend li bajarê Elmanya Bîlfîldê
lidarxist û piştî ragirtina deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên şoreşa Sûriyê û pakrewanên kurdistanê.
Gelek mijarên rêxistinî yên girîng hatin nîqaş kirin.Bi aktîvkirina xwecihiyên nûnertiyê ve girêdayî ye
Her wiha civat bi awayekî berfire rawestiya li ser banga xwepêşandanê ya ji aliyê nûnertiyê ve ji ber kiryarên keyfî yên ku li dijî ENKSê ji aliyê rêveberiya xweser ya bi ser PYDê ve roja Şemiyê 13/7/2024z tê lidarxistin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah