المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVATA ASAYÎ YA HEVRÊZIYA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYE YA HERÊMA KURDISTANÊ.

0 91

Hevrêziya Tevgera Çaksaziya Kurdî-Sûriye ya Herêma Kurdistanê di roj Înê 2.12.2022’an de,li Hewlêrê civîna xwe ya asayî li dar xist û di civînê de mijarên di rojeva xwe de gotûbêj kirin, piştî rawestandina deqeyek bêdeng li ser giyanê pakrewanên gelê Kurd û Kurdistanê û azadiyê li Sûriyê.

Herwiha di civînê de bi berfirehî behsa pêşhatên dawî yên siyasî, leşkerî û ewlehî li Sûriyê bi taybetî Kurdistana Sûriyê hat kirin, ji ber zêdebûna metirsiyên Tirkiyê yên destwerdana leşkerî di nav axa Sûriyê de û bandorên wê li ser têkdana ewlehî û aramiya navçeyê. ji bilî wê yekê ku bandorên wê yên nerênî li ser jiyana hemwelatiyan û xelkê herêmê bi berdewamiya fişarên jiyanê, têkçûna aborî û zêdebûna koçberiyê, ji destdana pêdiviyên herî bingehîn ên jiyana rojane yan jî buhabûna wê, nexasim ku Destwerdana leşkerî ya derve li her beşekî erdnîgariya Sûriyê dê rewşa siyasî aloztir bike û rê li ber pêvajoya siyasî û berjewendiyên wê bigire li gorî daxuyaniya Cinêv1 û biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî.

Herwiha civat bi dirêjî li ser berdewamiya binpêkirinên hin komên çekdar ên Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê li dijî şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û pêwîstiya rawestandina van binpêkirinan rawestiya. û piştî derxistina van fraksîyonan ji wan, rêvebirina van deveran radestî xelkên wê yên resen bikin û vegereke ewle û bi rûmet ji welatiyan re daku vegerin malên xwe di bin çavdêriya rêxistinên navdewletî yên taybet û sponseriya navdewletî de.

Di civînê de bi dirêjî behsa rastiya nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li herêma Kurdistanê hate kirin û tekez li ser bihêztir kirina pêwendiyan û pêbaweriya bi gelê Kurd ê ku li herêmê penaber in bi şopandina kar û barên wan, guhdarîkirina li derd û kulên wan û guhdana wan li ser êş û azarên wan hate kirin û tekez li ser bihêztir kirina pêwendiya bi gelê Kurd yê penaber li deverê hate kirin. dîtina çareyên muhtemel ji kêşeyên wan re bi hemahengî digel dezgehên peywendîdar di hikûmeta herêmê de.

Herwiha Hevrêziya Herêmê hewildanên ji bo lidarxistina çaremîn konferansa Encûmena Niştimanî ya Kurd di heyama borî de bilind nirxand, û ew kiryarên ku hêzên Asayîşê yên Partiya Yekîtiya Demokrat ji bo rêgirtin li lidarxistina konferansê li cihê ku li ser hatiye lihevkirin,bi birêz Mazlûm Kobanî û aliyê Amerîkî re.

şermezar kir.

Di vê çarçoveyê de, Hevrêziyê tekezî li ser giringiya karê sazî û beşdariya rasteqîne ya Encûmena Niştimanî kir di danîna siyasetên giştî de, û pêşxistina pilan û bernameyên pêwîst di hemû war û astan de ji bo gihandina armancên xwe û xizmetkirina Doza Kurd û gelê Kurd di vê qonaxa hestiyar de ku Sûriye û herêm têre derbas dibe.

 

Di dawiya civatê de,Hevrêziyê rewşa wê ya rêxistinî li herêmê erênî nirxand û di vî warî de biryar û pêşniyarên zêdetir standin ku wê tevgerê ber bi têkiliyên erênîtir bi civakê re bikişîne.û di çarçoveya xebatên hevpar ên ku di nava

Encûmena Niştimanî ya Kurdî de,xizmeta doza kurdî de bike.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.