المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVATA ASAYÎ YA HEVRÊZIYA GIŞTÎ YA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ LI SÛRIYA

0 65

Hevrêziya Giştî ya Tevgera Çaksaziya Kurdî-Sûriye civîna xwe ya asayî di roja Şemiyê 13.5.2023an de, li bajarê Qamişlo lidar xist û li ser mijarên ku di bernameya xwe de cih girtine piştî deqîqeyek bêdeng li ser giyanên pakrewanên kurd û azdiyê rawestiyan.

Herwiha civat rawestiya li ser pêşhatên siyasî li qada navdewletî û herêmî û bandorên wan li ser rewşa giştî ya Sûriyê û pêvajoya siyasî ya tê xwestin di dîtina çareseriyekê ji doza Sûriyê re, û nelihevkirina rêjîma Sûriyê û hewlên wê ji bo rawestandina her proseyekê çareseriya siyasî li gorî biryarên navneteweyî yên têkildar gotûbêj kirin.

Di vê çarçoveyê de, endamên hevrêziya giştî li ser biryara Komkara Erebî ya vegerandina rêjîma Sûriyê li ser wê, û vegerandina peywendiyan bi wê re piştî bêhnvedana ku zêdetirî diwanzdeh salan dom kir, gotûbêj kirin.Civatê dît ku sedemên ku Komkara Erebî hişt ku endametiya rêjîmê bicemidîne hîn jî hene, û ku rewş hîn xirabtir bûye.

Û civatê li ser giringiya rola welatên Erebî û hewlên ku ew dikarin bikin ji bo jinavbirina wan sedemên ku bûne sedem ku endamtiya rêjîmê bicemidînin, tekez kirin.

Li cihê ku biryara wê ye ku li cem gelê Sûriyê bimîne ji destpêka şoreşê ve û di encama kuştin, zordestî û koçberkirina Sûriyan de piştî banga wan ji bo jiyaneke azad û bi rûmet di bin rêjîmeke otorîter de ku hemû şêweyên neheqiyê pêk tîne.

Herwiha civatê dît, ku divê biryara Komkara Erebî xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê bike, yên ku bi berjewendiyên welatên erebî re hevbendiyê dikin di çûna rêya çareseriya siyasî li ser bingeha biryarên navdewletî, bi taybetî biryara 2254, ku tê dîtin. bingehek ji bo dîtina her çareseriyeke berfireh ji kirîza Sûriyê re.

Her wiha hevrêziyê, banga pêşxistin û aktîvkirina karê Eniya Aştî û Azadiyê û qebûlkirina wê weke yek ji platformên sereke di pirosesa siyasî de hat kirin, ji ber giringiya wê di ragihandina berjewendiyên gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê û di vê çarçoveyê de ew dikarin bi çi rolê rabin.

Di derbarê hilbijartinên serokomarî û parlementoya Tirkiyê û girîngiya wan di vê qonaxa dîrokî de, civînê destnîşan kir ku ya herî girîng ew e ku di van hilbijartinan de sîstemeke demokratîk derbikeve ku bibe alîkar bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê, naskirina mafên netewî,ya gelê Kurd, rêzgirtina li serweriya welatên cîran, destwernedana di karûbarên navxweyî yên wan de û pêşxistina peywendiyên baş, cîrantî ji bo xizmeta ewlekarî û aramiyê ji bo gelên herêmê.

Û bal kişand ser girîngiya pêşxistina têkoşîna kurdan li Tirkiyeyê û yekitiya helwesta partiyên xwe di qonaxa bê de.

Derbarê hewlên Tirkiyê ji bo vegerandina peywendiyan bi rêjîma Sûriyê re bi rêya grûpa Astana,hevrêziyê tekezî li ser giringiya aramiyê li deverê kirin û tekez kirin ku çareseriyên dualî bi qasî ku aloziya Sûriyê zêdetir dike, nabin sedema çareseriya pirsgirêka Sûriyê.

Li Kurdistana Iraqê,hevrêziyê dît ku Herêma Kurdistanê û destkeftên destûrî yên ku li Iraqa Federal bi dest xistine, destkeftek dîrokî ye li ser asta neteweyî û Kurdistanî, û divê hemû hewlek ji bo parastina wê û pêşxistina ezmûna têkoşînê bi yekgirtinê hemû hêzan bê kirin û redkirina her tiştê ku ziyanê digihîne vê destkeftê, ku bi qurbanîdan û xwîna Pêşmergeyên qehreman û bi hikmeta cenabê Serok Mesûd Barzanî di serkêşiya pirojeya netewî de hat bidestxistin.

Herwiha hevrêziyê rewşa Kurdistana Îranê û zext û zordariya li ser gelê Kurd li ser destên rejîma melayan hate gotûbêjkirin û balkişand li ser girîngiya yekrêziya tevgera Kurd li Îranê û têkoşîna wê ya ji bo demokrasî û mafên netewî yên gelê kurd.

 

Civînê bi dirêjî behsa rewşa Encûmena Niştimanî ya Kurdî û awayên pêşdebirin û aktîvkirina wê kirin, û tekez kir ku ew çarçoveyeke meqbûle ji bo parastina doza gelê kurd li Sûriyê, û hate nirxandin ku karê sazî û bijartina desteyan di avakirina Encûmen û yekirina xebata beşdariyê dibe alîkar ku rola ku jê re hatiye dayîn bihêztir bike.

 

Her wiha civatê tekezî li ser giringiya yekrêziya helwesta Kurdî kirin, ku Encûmena Niştimanî ew wek bijardeyek stratejîk pejirand û heta niha jî amadebûna xwe ji bo destpêkirina danûstandinan bi partiyên yekîtiya niştimanî re ji bo xizmetkirina doza kurdî û gelê kurd û pirsgirêkên neteweyî nîşan dide.Tevî siyaset û tedbîrên dijminane û keyfî yên desthilata Partiya Yekîtiya Demokrat li dijî kadroyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û alîgirên wî.

Herwiha Civînê behsa rastiya ragihandina tevgerê û rêyên pêşdebirina wê kirin, ji bilî çend pêşniyar û biryarên derbarê pêşxistina rêxistinê bi nêzîkbûna çaksaziyê,zelalmendî û guhertinê di xizmeta doza gelê kurdî û Sûriyê de. bi giştî.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.