المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Mosko.. Pedersen pêvajoya siyasî ya Sûriyê bi rayedarên rûsî re gotûbêj dike.

0 85

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Sûriyeyê Gêr Pedersen, li Mosko wê bi rayedarên Rûsyayê re pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê gotûbêj kir.

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh, Pêncşemê 8.6.2023ê bi nûnerê Neteweyên Yekbûyî re civiya û beriya wê jî di navbera Pedersen û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Vîrşînîn de hevdîtin pêk hat.

Herwiha Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku biryar e di derbarê giştpirsiya çareserkirina Sûriyê de nêrînên xwe bi hev re biguhêrin, bi giranî li ser erkên bihêzkirina proseya siyasî ya Sûriyê ku bi piştevaniya Netewên Yekbûyî pêk tê û pêşkêşkirina alîkariyên mirovî yên berfireh ji bo hemû Sûriyên hewcedar.

Pedersen beriya hevdîtina bi Lavrov re, bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn re hevdîtin pêk anîbû û bi wî re behsa mijarên çareserkirina kirîza Sûriyê kirin, bi giringîdaneke taybet li ser karên pêşvebirina pêvajoya siyasî û rêzgirtina li serwerî, serxwebûn û yekrêziyê û yekperçetiya axa Sûriyê, weke ku di biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2254 de hatiye diyarkirin.

Herwiha Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de, amaje bi wê yekê kir, ku di civînê de, mijarên lezgîn ên girêdayî pêşkêşkirina alîkariyên mirovî yên berfireh ji bo hemû kesên ku li Sûriyê hewcedar in, ji bo derbaskirina bilez ji karesatên erdhejê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser pêwîstiya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî alîkarî ji Sûrî re bê cudahî û siyasî, bê şert û merc, û li gorî pirensîp û rêgezên yasaya mirovî ya navdewletî.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.