المجلس الوطني الكوردي في سوريا

MISIR Û SIÛDIYÊ TEKEZÎ LI SER PÊKANÎNA BIRYARA 2254 LI SÛRIYÊ DIKIN.

0 91

Roja Pêncşemê Wezîrê Derve yê Misrê Sameh Şukrî û yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel Bin Ferhan tekezî li ser pêwîstiya piştevanîkirina parastina serxwebûn û yekperçetiya axa Sûriyê kirin û gihiştin bi çareseriyeke siyasî li gor biryara jimare 2254 .

Ev yek di daxuyaniya hevpar a civîna wezîran a Komîteya şopandinê û Şêwra Siyasî ya di navbera Erebistana Siûdî û Komara Erebî ya Misrê de, li ser asta wezîrên derve hat dayîn.

Herwiha daxuyaniyê tekezî li ser vegera penaber û awareyan û piştevaniya ji hewlên nûnerê Netewên Yekbûyî bo pêşdebirina proseya siyasî kir.

Herwiha di daxuyaniyê de, hat gotin, “Pêwîste di pêvajoya siyasî de bi danûstandinên hundirîn-Sûriyê, di bin çavdêriya nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê de, ji bo danîna çarçoveyek ji bo çareseriya siyasî û çareserkirina rewşa mirovî ya têkçûyî pêş bikeve.”

Herwiha daxuyaniyê redkirina her du welatan ji her gefên operasyonên leşkerî ku bandorê li ser xaka Sûriyê bike û gelê Sûriyê bitirsîne, red dike.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.