المجلس الوطني الكوردي في سوريا

MILÎSÊN ÎRANÊ KARWANEKE LEŞKERÎ DERBASÎ NAV AXA SÛRÎ KIR.

0 129

Milîsên Îranê karwaneke leşkerî derbasî nav axa Sûriyê kir

 

Medyaya Sûriyê eşkere kir ku milîsên Îranê karwaneke leşkerî bi rêya dergehê Elbûkemal ku Iraq û Sûriyê ji hev vediqetîne derbasî nav axa Sûriyê kirin.

 

Medyaya Sûriyê ragihand ku milîsên Îranê îro Şemiyê 24.2.2024an karwaneke leşkerî ku ji 7 kamyonên barkirî bi çekan pêk dihat, derbasî deriyê Elbûkemalê yê di navbera Iraq û Sûriyê de kirin.

 

Wê got jî ku karwan derbasî deverên di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê û milîsên Îranê de li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê bû, ber bi navenda Dêrezorê ve.

 

 

Wek tê zanîn sv ne cara yekê ye, ku milîsên Îranî ji Iraqê derbasî nav axa Sûriyê dibin, lê ji tirsa ku ji aliyê hêzên hevpeyman ve bên armanckirin, operasyon rawestandibûn.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.