المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LIBNAN:BERDEWAM LI DIJÎ PENABERÊN SÛRÎ

0 70

LIBNAN:BERDEWAM LI DIJÎ PENABERÊN SÛRÎ

 

 

Zêdebûna li dijî penaberên Sûriyeyê dewam dike

 

Di berdewamiya aloziya çend rojan de li dijî Sûriyan li Libnanê, roja Pêncşemê (11.4.2024) kesên nenas 2 ciwanên Sûrî li devera Bîqah ya bakurê Libnanê revandin.

 

 

Ajansa Nûçeyan a Libnanî got ku kesên nenas li ser Rêya Navdewletî ya Riyaq-Elqah, li nêzîkî hevbenda bajarokê Şeht li Bîqaha Bakur, dest danî ser teksiyek ku welatiyên Sûriyê nenas tê de bûn, û piştre ew birin cihekî nediyar.

 

 

Li gor ajansê, şofêrê taksiyê karîbû xwe ji bin destê revandiyan rizgar bike, ku otombîleke reş a bi tîpa Prado ya çar teker û bê plaqe hilgirtibûn, di heman demê de hêzên ewlehiyê ji bo eşkerekirina rewşên qezayê lêpirsîn vekirin.

 

 

Çalakvanên Sûrî û Libnanî bi hev re banga rawestandina binpêkirin û êrîşên bi rojan li dijî Sûrîyan kirin.

 

 

Ji êvara Duşemê (0l8.4.2024) ve, Libnan bûye şahidê pêleke hêrsê li dijî penaberên sûrî, piştî revandin û kuştina Paskal Silêman -berpirsekî partiya Hêzên Libnanî- ji aliyê komeke ku tê gotin ku Sûrî ye û termê wî vediguhêze,ber bi Sûriyê ve.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.