Home / Uncategorized / Li Qamişlo Pakrewanên 12ê Adarê hatin bibîranîn….

Li Qamişlo Pakrewanên 12ê Adarê hatin bibîranîn….

Roja yekşemê “12 ê” Avdara “2023” an, demjimêr” 11″nîvro, li beramberî nivîsgeha PDK-Sê , ya Rojhilatî Qamişlo, bi boneya salvegera” 19″ emîn li ser derbasbûna serhildana” 12″ Avdarê,

Encûmena xwecihî ya Rojhilatî Qamişlo meşek li darxist.

 

û ev yek bi hazirbûna hejmerek ji milet û bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û encûmena niştîmanî û herwiha rêxistinên jin û ciwanan..

 

Di destpêkê de xuleke bê deng rewestiyan li ser giyanê pakrewanê Serhildana 12ê Avdarê,û hemû pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir, û piştî wê cemawer berê xwe dan goristana Qidûrbek “, û gurzên gulan li ser gora pakrewanan danîn..

 

Û di derbarê vê salvegerê de gotina Encûmena Niştîmaniya kurdî li Sûriya ji aliyê endamê desteya serokatiya ENKSê M,Mihemed Ismaîl ve hate xwendin ..

 

Û herwiha gotina malbatên şehîdan ji aliyê M,Xoşnav Şikir ” ve hate xwendin…

 

Û helbestvan Torcîn Reşwanî helbestek li ser şehîdan pêşkêşkir . .

 

Û tê zanîn ku di roja “12”Avdara” 2004″ an, di lîstika footbolê de, di navbera Tîma Cîhad ya Qamişlo, û Tîma Fitiwê  ya Dêrezorê, û herwiha alîgirên Tîma Fitiwê yên erebên şofînî û bi piştgirtiya rêjîmê bi hin çekên curbicur êrîş bi ser welatiyên kurd ên alîgirê Tîma Cîhad kirin.

 

Û di encama wê erîşê de li seranserî deverên kurdistana Sûriyê welatiyên kurd derketin xwepêşendanan, Lê rêjîmê bi tundî bersiva wan da û bi sedan kes birîndar bûn û herwiha bi hezaran hatin binçavkirin û bi dihan şehîd ketin.

 

Û herwiha ji ber vê yekê her sal êvara “12 ê “Avdarê de, her sal mûm ji aliyê gelê kurd ve tê vêxistin li pêşiya mal û kolanên xwe, ji bo bîranîna pakrewanên serhildana ” 12 ê “Avdarê,…

 

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN.

Di roja Sêşemê 21ê avdarê sala 2023an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published.