المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI NAVÇEYA ŞÊRAWA YA EFRÎNÊ WELATIYEKÎ KURD Ê BI TEMEN BI BOMBEYÊN DRONE BIRÎNDAR BÛ.

0 123

Çavkaniyên medyayî ragihandin ku di roja Yekşemê 3.12.2023an de, piştî nîvro firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê xalên gundekî navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran kir.

 

Li gorî çavkaniyên xwecihî ji gundê Bênê yê ser bi navçeya Şêrawa ragihand: “Firokeyeke bêfirokevan

xalên hevbeş ên di navbera rêjîma Sûriyê û rêveberiya PYDê de kirin armanc, di demekê de ku tê gotin ku yek ji pêkhateyan birîndar bûye.”

 

Çavkaniyê destnîşan kir, “Welatiyê bi navê Îsa Kedo yê 73 salî, dema ku li zeviya xwe ya çandiniyê dixebitî, di dema bomberdûmanê de ji ber guleyên firokeyeke bêfirokevan

birîndar bû. Ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê û bi giranî birîndar bû.”

 

 

Gundê Binah yek ji gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê ye ku niha li gel gundên (Aqîbe, Xerîbga, Ziyara, Saxonka, Meyasa, Burc Elqas, Burc Silêman, Burc Turba, Kundi Mazin, Kibaşîn, û Favertin), ji bo kontrol û rêvebirina PYD û rejîma Sûriyê.

 

Piştî ku Tirkiyê û grûpên çekdar di 18ê Adara 2018an de bajarê Efrînê kontrol kirin, 12 gundên Kurdan ên ku li jor behsa wan kiribûn, di bin kontrola rêveberiya PYDê de man û ew gundên ser bi bajarokên Nubl û Elzehra ve ne.

 

Li gundên girêdayî rejîma Sûriyê, milîsên Îranî û çekdarên PYDê ji aliyekî ve û komên çekdar û Tirkiyê ji aliyekî din ve, li gundên navçeya Şêrawa, sivîl her tim rastî bombebarana hevdu tên.Roja 4ê Tebaxa îsal, rêjîma Sûriyê li gundê Kebaşîn ê navçeyê, otombêlek sivîlên ku li bazara Elhal a navenda bajarê Efrînê kar dikirin, bombebaran kir û di encamê de 7 karker birîndar bûn.

 

Jêderekî ji gund ragihand ku birîndar ji bo dermankirinê hatin veguhestin bo nexweşxaneyê, û di dema hewldana rakirina mayînên otombêla armanckirî de, rêjîma Sûriyê careke din bombebaran kir, di bombebarana duyem de, sê welatiyên sivîl hatin kuştin ku di nav wan de ciwanekî Kurd bû.

 

Çavkaniyê teqez kir ku bombebaran bi mûşekên termal pêk hat û sivîlên ku li navenda bajarê Efrînê ji bo karê xwe biçûya bûn armanc.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.