Li Kurdistana Sûriyê rewşa aboriya xelkê gelekî xirab e.
Li Kurdistana Sûriyê rewşa aborî ya zehmet êdî bûye sedema sereke ji hejarî û belengaziya welatiyan , yek ji sedeman rûxandina lêreya Sûrî li beramberî dolarê Amerîkî, ku li Herêmên Kurdî her tişt bi dolar tê kirîn û firotin û herwiha kêmbûna kar jî nexasim kesên ku karê rojane dikin ji vê yekê welatî alozî û astengiyan dibînin di debara jiyana xwe de, ku li Rojavayê Kurdistanê rêjeya 95 ji sedî xelk di bin hêla hejariyê de dijîn.
Û bê guman ev yek bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan kiriye di hemû warên jiyanê de , ji dubarkirina bilindbûna berdewam a buhabûna nirxên hemû alav û pêdewistiyê mirovan yên rojane , weku buhabûna kerestên xwarinê û têkçûna rewşa xizmetguzariyên sereke ev bûye cihê nerazîbûna xelkê, ku bargiraniyeke zêde li ser jiyankirina wan çêdike .
Û herwiha malpera ENK_Sê , ji nêzîk ve nerînên welatiyên Qamişlo şopand di derbarî vê rewşa zehmet ku milet têde derbas dibin:
Hemwelatiyek ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê wiha ji malpera ENK_Sê re anî ziman : ku roj bi roj qeyrana abûrî aloztir dibe û liv û tevgera hemwelatiyan di nav bazarê de pir kêm bûye û êdî ew bi zehmetî pêdevî û xwestekên xwe yên rojane bi dest dixin ji sedema bilindbûna buhayê nirxê hemû alav û kelûpelan, û bilindbûna nirxê kerestên xwarinê û pêdeviyên jiyanê ku bi vî buhayî êdî barekî giran ji malbatên xêzan û belengazan re çêdike ji bo gihiştina bidestxistina pêdewistiyên gerek yên malbatê.
Û di çarçoveya vê babetê de welatiyekî din jî behsa vê rewşa awarte kir ku li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî rasterast keysa abûrî hiştiye xelk rastî arîşe û rûbirûyî jiyaneke metirsîdar û bi bandor were, û herwiha ji aliyê peywendîdar dixwazin ku çareseriyekî ji van pirsgirêkan re bibînin ji bo milet bi xweşî û aramî li Kurdistana Sûriyê jiyan bike.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo