Roja sêşemê 21ê Sibata 2023an, Nivîsgeha Rewşenbîr û Ragihandinê ya Rêxistina Dirkê ya partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya PDK-Sê roja cîhanî ya zimanê dayikê li ofîsa PDK-Sê li bajarê Dêrikê vejand….
Û ev yek bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û kesayetiyên Nivîskar û rewşenbîrî..
Û ev Semînar ji aliyê Nivîskar û rojnemevan Ehmed Sofî ve hate pêşkêşkirin..
Û herwiha di naveroka vê Semînarê de bi giştî derbarê biryara Netewên yekgirtî di ragihandina 21ê Sibatê wek Roja cîhanê ya ziman Dayîkê û herwiha ku zimanê kurdî di nav zimanên cîhanê de were danîn anî ziman..
Û ji rexekî din ve M,Sofî ,behsa qonaxên ku zimanê kurdî têde derbas bûye û rola Nivîskar û helbestvanên kurd ên wek Feqê Teyran, Elî Herîrî, Melayê Cezîrî, Ehmedê Xanê ,di vedjîna edebiyat û zimanê kurdî de anî ziman …
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî