المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Kurte Jiyana Xebatkar “Xalid Meşayîx..

Xebatkar û têkoşer “Xalid Meşayîx” ji dayîk bûna sala 1937an ” li bajarê Dêrikê yê kurdistana Sûriyê, kesayetekî welatparêz û niştîmanperwer û ji kesên pêşî de yên tevlî nava refên Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya bû, ji dema damezrandina partî de , ji bo serkirdayeta partî di wê demê de hate hilbijartin, û piştre wek endamê komîteya rawêjkariya PDK-Sê hate hilbijartin..

0 149

herwiha di kongirê yekbûnê de bi navê kongira niştîmanî de beşdarbû bi serperiştiya ” Mela Mustefa Barzanî” sala 1970an ….

Û herwiha ji bo xebata “Meşayîx ” a netewayî çendîn caran hatiye girtin ji aliyê rêjîma Sûriyê…

Û ji rexekî dî ve piştî serkirdayeta partî zinara Erebî red kir Xebatkar ” Meşayîx ” di gel hejmarek ji hevalên xwe hatin girtin ji aliyê rêjîma Esed ve û 8 sala di zindanên rêjîmê de man…

Lê ev yek nebû kelem li pêşiya rawestandina kar û xebata ” Meşayîx ” a kurdayetî û netewayî û niştîmanî de her di têkoşîna xwe de berdewam bû ji bo doza Azadiya mafê gelê xwe…

Û herwiha di 3 ê Berçilya 2021″an ” li welatê Elmaniya Xebatkar ” Xalid Elmeşayîx” çû ber dilovaniya xwedê û bi merasîmeke geş ji aliyê Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinan ve li kurdistana Sûriyê termê wî hate pêşwazîkirin, û li goristana Qidûrbek li bajarê Qamişlo bixakê hate spartin..

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.