المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Kurdistana Sûriyê bûhabûna kelûpelên dibistanê..

0 55

Di 4ê Êlûna 2022an, sala xwendinê ya Nû li seranserî Sûriyê destpêkir û dibistan hatin vekirin, û êdî pêwîstiya şagirtan bi kirîna hemû pêdeviyên dibistanê heye ..

Vekirina dibisatanê ji bo malbatan bûye barekî giran di demeke ku Sûriyê di kirîzeke aborî de derbas dibe û sedema bûhabûna nirxan êdî ew nikarin pêdeviyên gerek yên taybet bi xwendinê ji zarokên xwe re bikirin wek Pirtûk, Çente, û Çilûberg..

Û herwiha di derbarê vê babetê de ragihandina ENKSê nerînên hemwelatiyan şhopand:

Welatiyek bi navê ” Hesen” wiha anî ziman: rewşa aborî ya zehmet êdî bûye sedemeke sereke ji hejarî û belengaziya welatiyan û Nexasim di werzê xwendinê de û bi vî bûhayê bilind xelk nikarin pêdeviyên gerek ên taybet bi dibistanê ji zarokên xwe re bikirin…

 

Û hêjaya were gotin ku li gorî raporta salane ya wezareta perwerde û xişta sala 2022-2023an hatibû destnîşankirin, ku dibistan li seranserî Sûriyê ji pola 1 ê ta 12an, dest bi sala nû bikin di 4ê Êlûnê de ,ku dibistan bi rengekî fermî wê vebin..

Tê zanîn ku amarên Xwendevanên îsal li seranserî Sûriyê gihişta 3.651.923 şagirt.

Û li 13660 dibistan hatin belavkirin û ev yek li gorî amarên fermî ku ji desteya Amarê ya wezareta perwerde ya Sûriyê derketiye..

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo..Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.