المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KONGIRÊ ÇAREMÎN YÊ TEVGERVA ÇAKSAZIYA KURDÎ -SÛRIYA BI SERKEFTÎ BI DAWÎ BÛ.

0 96

Di roja Îniyê 27.1.2023’an de,xebatên Kongirê Çaremîn yê Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriya ku li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin, bi serkeftî bi dawî bû.

Herwiha bi beşdarbûna hemû hevrêzên Tevgerê yên derve li ser riya enternêtê.

Kongir bi rawestandina kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên şoreşa rûmet û azadiyê û bi taybet pakrewanên Kurd û Kurdistan dest pê kir.

 

Herwiha raporta ku hatibû pêşkêşkirin ji bo kongir bi awayekî zelalmendî ji aliyê hemû endamên kongir ve hate gengeşekirin û nirxandin.

 

Herwiha Belgeya siyasî û rêziknameya rêxistinî jî ya Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriya bi awayekî berfireh û zelalmendî ji aliyê hemû endamên kongir ve hatin gengeşekirin.

Herwiha bi biryara kongir,hevrêzê giştî yê Tevgerê mamoste Fêsel Yûsif hat hilbijartin.

Herwiha endamên ofîsa cîbicîkar yên Tevgerê jî hatin hilbijartin.

Wek tê zanîn xebatên Kongirê Çaremîn yê Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriya ku li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin, bi serkeftî bi dawî bû.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.