Şandeke Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya serdana ofîsa Partiya Yekîtî ya Kurdistanî Sûriya li bajarê Kobanê kir.
Şandeke Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê, Rêxistina Kobanê, serdana ofîsa Partiya Yekîtî ya Kurdistan Sûriyê li bajarê Kobanê kir.
Şanda Partiya Demokrat ji endamê Komîteya Navendî, birêz Hesen Remzî û berpirsê rêxistina Kobanê û endamên Komîteya Herêmî pêk dihat.
Herwiha Şanda mêvan ji aliyê mamost Weysî Şêxê endamê ofîsa Siyasî û Ednan Bozan endamê Komîteya Navendî yên Partiya Yekîtî ya Kurdistanî ve hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de, behsa peywendiyên biratî yên di navbera her du aliyyan de û rola Encumenê li Kobanê û gundewarê wê hat kirin û her du aliyan tekez li ser aktîvkirina ofîsên xwecihî yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî di qonaxa bê de kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah