المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BILÎNKEN JI BO KU ŞER LI LUBNAN Û SÛRIYÊ BELAV NEBE BERÊ XWE DIDE ROJHILATA NAVÎN.

0 131

Bilînken ji bo ku şer li Lubnan û Sûriyê belav nebe, berê xwe dide Rojhilata Navîn

Biryar e Wezîrê Derve yê Amerîka serdana Rojhilata Navîn bike da ku şerê Hemas û Îsraîlê li Lubnan û Sûriyê belav nebe.

Ajansên nûçeyan yên navnetewî ragihandin ku wezîrê derve yê Amerîka Antonî Bilînken di roja Pêncşemê (1/4/2024) bigehe Rojhilata Navîn, di nav hewlên dîplomatîk ên tund de ji bo asankirina gihandina alîkariyên mirovî bo Zîvala Xezayê, zêdekirina fişara navdewletî li ser Îsraîlê. û rê li ber belavbûna şer li Lubnan û Sûriyê bigire.

Ajansa Riwêters ji berpirsekî karbidestekî payebilind yê Amerîkî got, “Bilînken wê roja Pêncşemê biçe Rojhilata Navîn û gera wî dê li Îsraîlê raweste.”

Li gorî medyaya Tirkiyê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ji rojnamevanan re gotiye, Antonî Bilînken dê roja şemiya bê bi rayedarên Tirkiyê re hevdîtinan pêk bîne.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.