المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KOBANÊ: ENKSê SALVEGERA YEKEMÎN KOÇA DAWÎ YA TÊKOŞER MIHEMED MELA ÎSA VEJAND.

0 156

KOBANÊ: ENKSê SALVEGERA YEKEMÎN KOÇA DAWÎ YA TÊKOŞER MIHEMED MELA ÎSA VEJAND.

Encûmena Niştimanî ya Kurd yekem salvegera koça dawî ya têkoşer Mihemed Mela Îsa bi bîr anî

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê yekemîn salvegera koça dawî ya têkoşer Mihemed Mela Îsa li bajarê Kobanê li Kurdistana Sûriyê bi bîr anî.

Merasîma bîranînê di roja Pêncşemê 2.5.2024an de, li ser gora cangoriyê neteweyî û azadîxwaz Mihemed Mela Îsa li gundê “Derfilît” a bajarê Kobanê li Kurdistana Sûriyê hat vejandin.

Ednan Bozan serokê encûmena xwecihî ya Kobanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê gotarek pêşkêşî kir, tê de behsa jiyana têkoşer di xizmeta doza kurdî de kir.

Têkoşerê azadîxwaz Mihemed Mela Îsa di sala 1970ê de tevlî refên Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriyê bû û li wir bi hemû dilsozî û dilpakî li bajarên Kobanê, Heleb û Reqayê têkşer kir û heta dawî di rêya nemir Barzanî de ma.

Têkoşer Mihemed Mela Îsa di 2’ê Gulana 2023’an de ji ber nexweşiyeke bêderman li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.Û Termê wî li cihê jidayikbûna wî, gundê Derfilît, li bajarê Kobanê li Kurdistana Sûriyê, hat veşartin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.