المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Kewiregosk: şandeke PDK_Sê , serdana mala şehîdê Pêşmergeyê Roj Murad Behrem Silêman kir….

0 175

Rêxistina Kewiregoskê ya partiya Demoqrata kurdistan_Sûriya , Roja duşemê 21ê tebaxa 2023an,serdan mala şehîdê pêşmerge yê Leşkerê Roj ” Murad Behrem Silêman ” li kampa Kewrigoskê kir…

 

Û herwiha ev şanda PDK_Sê ,behsa rola pêşmerge û qehremaniya wan di şerê rûbirûbûna rêxistinên terorîst yên Daîşê de ,û xebata we di parastina milet û sînorê xaka kurdistanê ji dijminan anîn ziman..

 

Û tê zanîn ku “şehîd Murad Behrem Silêman di rojeke weku îro de 21ê tebaxa 2014an, di encama şerekî dijwar dinavbera hêzên pêşmerge û rêxistina terorîst a Daîşê de giyanê xwe ji bi parastina sînorê xaka kurdistanê de kir qurbanî.

Û hêjaya were gotin ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê bi qehremaniya xwe di rûbirûbûna rêxistinên terorîst ên Daîşê de dikarîbûn destkeftên zêde bi dest bixin û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka qehremaniyan de binvîsin û ji dema damezrandina wê ta niha hîn pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê yên leşkerê roj di kar û xebata xwe ya netewayî û kurdayetî bi armanca parastina milet û sînorê xaka Kurdistanê ji dijminan biparêzên…

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.