المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Karwanên alîkariyên mirovî yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîştine Efrînê…

0 64

Roja înê 10ê Sibata 2023an, barhilgirên alîkariyê yên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî gihîştine bajarê” Efrînê” yên Rojavayê Kurdistanê ji bo alîkarî û hevkariya qurbaniyan û zirardîtiyên erdhejê bikin..

 

Û xelkê Efrînê bi Alaya kurdistanê pêşwaziya karwana alîkariyê ya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kirin…

 

Ku ev çend rojin rêxistinên PDK-Sê li Herêma kurdistanê, û herwiha li bajar û bajarokên kurdî bi dest Hilmeteke berfereh a komkirina alîkariyan ji bo ziyandîtiyên Erdhejê li Efrîn û Cindirêsê re kirine..

 

Ku heta niha xebatên lêgerîn û rizgarkirina qurbaniyan ji bin kavilên avahiyan de di dome, ku hîn bi sedan malbat di bin kavilên wêrankirî de ne ku di encama erdhejekê de li Turkiyê û Rojavayê kurdistanê û Sûriyê de gelek avahî hilweşiyan û wêran bûn û bi hezaran kes bûne qurbanî …..

 

Û tê zanîn ku roja duşemê 6ê Sibata 2023an, erdhejekê bi hêza 7.7, Rîxterê li Mereşa Bakurê kurdistanê çêbû û bandoreke mezin li Rojavayê kurdistanê û Sûriyayê kir…

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.