Roja sêşemê 31ê Cotmeha 2023an,Rêxistina Giwêlan ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê ,li kampa Giwêlan semînereke siyasî û rêxistinî li hola Rewşen Bedirexan a rewşenbîrî û civakî lidar xist.
Û herwiha ev Semînar ji aliyê Hacî Kalo endamê ofîsa Siyasî û Hiyam Mihemed Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya ve hate pêşkêşkirin.
Û ji aliyê xwe ve “Kalo” bi awayekî giştî behsa pêşhatên dawî yê siyasî û rêxistinî û çawaniya pêşxistina rola partî de kir..
Endamê ofîsa Siyasî ya PDK-Sê Hacî Kalo, behsa rola partiyê di Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û Eniya Azadî û Aştiyê de kir, û tekezî li ser çanda hezkirin, lêborîn û pêkvejiyana aştiyane di navbera gelan de kir.
Di dawiyê de beşdaran semînar bi pirsên xwe kirin û bi awayekî zelalî persifa wan hate kirin…
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî