المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Behzad Dorsin”… Têkoşerê azadî û rêbaza kurdayetiyê..

0 134

Hejmarek ji kesayetiyên kurd xwedî rol û bi bandor di tevgera siyasî û kurdî de navên xwe di dîroka kurdayetiyê û mêrxasiyê de nexişandin e , û kesayetiya xwe ji bo kar û xizmeta azadiya milet û mafê gelê xwe li kurdistana Sûriyê de terxan dikin ,yek ji wan xebatkaran ” Behzad Dorsin ” Bavê Pîran ku her tim di bîr û baweriyê miletê xwe de ye..

 

Ku di 24ê Cotmeha 2012an de, Behzad Dorsin li gel Nîdal Osman ” endamê PDK-Sê hatin revandin û ta niha çarenivîsa we nediyar e ..

Di derbarê Salvegera 11emîn ser revandina xebatkar ” Behzad Dorsin ” endamê ofîsa siyasî ya partiya Demokrata kurdistan-Sûriya.

 

M,(Neşat Zaza ) serokê ofîsa karûbarên encûmanên Xwecihiyan yên bi ser Encûmena Niştîmaniya kurd li Sûriya ve ENK-S ê ,wiha anî ziman:

 

Ku”Behzad Dorsin ” kesayetekî azadîxwaz û welatparêz bû di tevgera siyasî kurdî de ,û hezkiriyê dibistan û rêbaza Barzaniyê û kurdayetiyê bû ,kar û xebata xwe ya Netewayî û niştîmanî di ber doza azadiya mafê miletê xwe de dikir li kurdistana Sûriyê de..

 

Û herwiha ji aliyê xwe ve “Zaza “berdewam kir , Dibe ku rêjîm karîbe xebatkar “Behzad û hevalên din yên têkoşer ên ku bi dadmendî û armancên vê dozê bawerin ji qada siyasî dûbixin ,lê ew nikarin vîn û hizir û ramanên wan yên niştîmanî û bîr û baweriyên wan bi rêbaza Barzanî û kurdayetiyê dûbixin..

 

Û herwiha hêsan e ku destê xiyanetê bigihêja têkoşîn û azadîxwazan ,lê nikarin xewna miletekî di dilê her kesekî ku ji nirxên jiyanê û mafên gelan ji holê rake..

 

Û di dawiyê de ” Zaza ” got, ku hêvîdarim ji xwedê ku aramî û selametiyê bide gelê me û di demeke nêzîk de her têkoşerekî ku bi zorê di nav malbat û hezkiriyên xwe de hatine girtin azad bibin û bi taybetî hevalê Behzad û hemû hevalên ku pê re ne…

 

 

Û herwiha ji aliyê xwe ve endamê komîteya navendî ya partiya Demoqrata kurdistan _Sûriya

 

M,(Mihemed Salih Şelal”)ser salvegera 11emîn ya revandina “Dorsin” wiha got:

 

Bavê “Pîran ” wek min naskirî têkoşerek,xebatkarek,siyasetmedarekî leheng û çalak ,rewşenbîrek paye bilind û kurdperwerekî xudan şan bû di nav refê bizava kurdî de .

 

Û “Mihemed Salih” berdewam kir ku ” hevalê Behzad di destpêka xebata xwe de min li Dêrika hemko naskir wek birpirsek ciwan û çalak di nav refê partî de ,gelek mifa ji ezmûna wî wergirt û yek ji wan kesên bi erênî bandor wî li ser min hebû û bi say serê wan bîr û baweriyê min hatin avakirina li ser rêbaza pîroz rêbaza Barzaniyê nemir..

 

Û her li ser “Behzad Dorsin ” wisa anî ziman, ku bavê Pîran li gor nasîna min bawerî bi karê hevbeş û bi rêxistinî hebû,xwe didît şagirtek di dibistana Barzanî de,dil fereh û dilpak bû piştgir bû ji hevalê xwe re,jiyana xwe terxankiribû ji xebatê re ji bo pêkanîna mafê rewa ji gelê xwe yê hejar û bindest re.

 

Ji vê yekê bû armanc ji nehez û dujminê kurdayetiyê re û bi mixabinî karîbûn vî têkoşerî desteser û bin çav bikin,bê goman wan bi desteserkirina kurdperwerên mina kak “Behzad ” û bi terorkirina kesên mêrxas û leheng mîna pakrewan ” Nesredîn Birhik” wê bikarbin mûma xebata partî û rêbaza Barzanî vemirînin, lê ew xewn û xeyala ji wan re.

 

Û di dawiyê de ” Mihemed Salih ” amaja bi wê yekê kir ku karwanê xebatê berdewam e û rêç û rêbaza xebatkar ” Behzad ” û pakrewanan Nesredîn Birhik armanc û nîşana û dê berdewam bin li ser rêça wan ta pêkanîna wan armancên kak Behzad li ser hatî bin çavkirin..

 

 

Û ” Nafih Ebdullah ” endamê komîteya navendî ya partiya Demokrata kurdistan-Sûriya, got:

 

Ku hevalê têkoşer “Behzad Dorsin ” ji bo rola wî ya berbiçev di hemû waran de ,him di warê civakî ,siyasî ,rewşenbîreî de, û herwiha karê wî yê berdewam di partî û encûmena Niştîmanî kurdî de û helwestên wî ji bo piştgiriya şoreşa Sûrî û tevlîbûna wî di çalakiyên ciwanan de li bajarê Dêrikê û bi rola xwe ya giring bi navê partî beşdardibû ,ji vê yekê rastî gefan dihat ,û herwiha ji bo Sûriyeke nû ,Sûriyek nenavendî ,Sûriyek yekgirtî bi rêjîmek berlemanî, Demoqratî ev armanc û pirinsîpê wî bûn, û ji ber dûrxistina Behzad ji karê siyasî di partî û helwestên wî yên niştîmanî netewayî di roja 24ê Cotmeha 2012an, di navbera gundê Mela Mezrê û Şekir Xaçê de hate girtin li gel Nîdal Osman ji aliyê çekdarên PYDê ve, û ji bo azadiya Dorsin li bajarê Dêrikê û hemû bajarokên kurdî xwepêşandan û mangirtin li darxistin lê heta roja weku îro çarenivîsa wî nediyar e..

 

Û herwiha ji rexekî din ve “Ebdullah ” di vê derbarê de behiskir ku “Dorsin “di nav gelê xwe de li deverê niştîmanperweriya xwe di hatnaskirin û kar wî ya netewayî û bi mêranî daxwaza mafê gelê xwe dikir û xebata xwe di partî û encûmena niştîmanî kurdî de dikir û tu carî astengî ,girtin nedibûn kelem li pêşiya qeliskirina fikir û ramanên wî û karê wî li ser rêbaza dibistana Barzaniyê nemir..

 

Û di dawiyê de ” Ebdullah” ew hêviya serbestberdan û azadiyê ji bo hevalê xebatkar Behzad Dorsin ,û ku her wê li bîr e miletê xwe de bimîne heta roja azadiya wî….

Û hêjaya were gotin ku Xebatkar û kurdperwer “Behzad Dorsin “Di sala 1963an de, li bajarê Dêrikê ji dayîkbûye,Xwendina xwe ya seretayî û amedeyî li Dêrikê bi dawî kiriye.

 

Di sala 1984an de, bawernameya Peymangeha Amadekirina Mamosteyan li Hesekê wergirtiye û piştre bawernameya lêsans ji kolêja perwerdehiyê ya zanîngeha Feratê wergirtiye..

 

Di sala 1980an de, di ciwaniya xwe de tevlî nava refên tevgera kurdî ya Partiya Demoqrata kurd li Sûriyê El Partî bûye, û piştre di rêxistina xwendekaran li bajarê Hesekê de xebitî..

 

-Di kongirê 10 an de, yê partiyê ku di Gulana sala 2007an de,hate li darxistin û têde “Dorsin “weku endamê komîta navendî ya PDK-Sê hat hilbijartin..

 

-Di sala 2012an de, ji bo xurtbûna karê “Dorsin” ya netewayî û niştîmanî hate hilbijartin ji bo endamê polîtpîroya Partiya Demoqrata kurdistan_Sûriya..

 

-Di 26 Cotmeha 2011an de, bû endamê desteya cîbicîkar a Encûmena Niştîmaniya kurd li Sûriya.

 

Û herwiha di derbarî kar û xebata “Dorsin ” gelek helwestên partî yên rêxistinî wergirtin,û berpirsên encûmena herêmî ya Encûmena Niştîmaniya kurd li Sûriyê li bajarê Dêrikê wergirt.

 

Û tê zanîn ku di “24ê Cotmeha 2012an de, li gel Nîdal Selîm endamê PDK-Sê ,hatin revandin û ta niha çarenivîsa wan nediyar e..

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo….Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.