المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KAMPA DAREŞIKRAN : CEJINA REMEZANÊ HAT PÎROZKIRIN 

0 110

Îro Înê 21ê Nîsana 2023an, roja yekemîn a cejna Remezanê li piraniya dewletên Misilmanan hat pîrozkirin..

 

Wek tê zanîn, di roja yekem ji cejnê de xelkên herêmê berî hertiştî berên xwe didin goristanan û her malbatek diçe ser gora miriyên xwe û miriyên xwe bi bîr tînin .

 

Li Kampa Dareşikran ya penaberên kurdistana Sûriyê bi dilekî geş û bi coş xelk pêşwaziya roja yekem ji cejna Remezanê kirin û bi Kêfxweşî pîrozkirin..

 

Derbarê vê yekê de hemwelatîyekî ji xelkê Kampa Dareşikran ji malpera ENKS ê re Kêfxweşiya xwe wiha diyarkir û got: Bi boneya hatine Cejna Remezanê ya pîroz xweştirîn pîrozbahî arasteyî tevahiya malbat û dost û heval û herwiha gelê kurd û yên misilman dikin û bi taybetî pêşmergeyên qehreman ku ji bo parastina aramiya milet di sengeran de cejna xwe pîroz dikin ..

 

Û herwisa ji aliyekî din ve hemwelatiyan kampê bi giştî di vê roja pîroz de bi germtirîn hêviya cejneke bi şahî û aştî û aramî û xweşî ji bo tevahiya milet derbas bikin dûrî nexweşiyan û êş û azaran û hevî dikin cejnên werê her kes li welatê xwe û li nav kes û kesûkarên xwe de cejna xwe bike…

 

Û hêjaya were gotin ku cejin geştir û xweştir dibe bi ken û kêfa zarokan ..

 

Û Zarokekê ” Heşt” salî bi navê ” Ehmed Riyad”ji malpera me re Kêfxweşiya xwe anî ziman: Di destpêkê de cejna malbata xwe û hevalên xwe pîroz dikim û hêvî dikin hemû rojan bi kêf û dilşadî bibîn…

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.