Kampa Basrma..Dezgeha Xêrwazî ya Barzanî xuleyeke Komputerê bi dawî kir.
Li kampa Basrma ya penaberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê , Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, roja 6ê Hezêranê xuleke Kombuterê bi dawî kir.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî da zanîn ku bi hevkarî li gel dezgeha (The Stirling Foundation) roja 6 ê Hezêranê li navenda Tîrêj ya rewşenbîrî û pîşeyî li kampê Basrma ya penaberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê xuleke Kombuter bi dawî kir û têde 13 endam beşdar bûbûn.
Hêjaya gotinê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di alîkariya penaberan û vekirina xuleyên fêrkirinê û li darxistina çalakiyan de berdewam e.
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî