المجلس الوطني الكوردي في سوريا

JO BAYIDEN:BERSIVA AMERÎKÎ LI SÛRÎ Û IRAQÊ DÊ BERDEWAM BE.

0 113

Jo Bayiden: Bersiva Amerîkî li Sûrîye û Iraqê dê berdewam be

Serokê Amerîka Jo Bayiden got ku bersiva Amerîka li Îraq û Sûriyê dê berdewam be, di çarçova armanckirina dubare ya bingehên Amerîkî li herêmê ji alîyê milîsên bi piştevaniya Îranê.

Ew di konferanseke rojnamevanî de piştî axaftina Bayiden ya ligel Şahê Urdunê Abdulah II li Qesra Sipî duh roja duşemê hate kirin.

 

Di dawiya meha Çile ya borî de, hejmara êrîşên li dijî hêz û baregehên Amerîkî li Sûriye û Iraqê ji 17 Cotmeha borî ve gihîştiye 165 êrîşan, ku 98 ji wan li Sûriyê, 66 li Iraqê û êrîşek jî li Urdinê bûn. Birîndarbûn bi sivikî bi nêzîkî 80 leşkerên Amerîkî, ji bilî êrîşa li ser binkeya “Tower 22” li Urdinê, ku di encamê de 3 leşker hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.