المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ji destpêka sala 2024an, nêzîkî 10 zarokan bûna qurbaniyên bermahiyên şer li Sûriyê.

0 113

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan di heftiya yekem ji sala 2024an, nêzîkî 10 zarokan bûne qurbaniyên teqînên paşmayên şer li Sûriyê belge kir.

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku di têkçûna rêxistinên mirovahî û nebûna rola desthilatên pêwendîdar, hîn jî bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .

Li gorî raportê, ku ji destpêka 2024an, 5 zarok di encama bermahiyên şer li navçeyên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de birîndar bûne, û li navçeyên din bin kontrola hêza Sûriya Demoqratîk (HSD)de zarokek jiyana xwe ji dest da û 2 birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan belge kir ku di sala borî de 256 sivîl jiyana xwe ji dest dana di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê di nav wan de 24 jin û 81 zarok û herwiha 365 jî birîndar bûna ji wan 20 jin û 136 zarok hene.

 

Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.