المجلس الوطني الكوردي في سوريا

IBRAHÎM BIRO SERDANA NÛNERATIYA ENKSê YA LI HEWLÊRÊ KIR.

0 34

Di roja pêncşemê 4ê Gulanê de, nûneratiya ENKSê li herêma Kurdistanê pêşwaziya endamê desteya danustandinên Sûriyê û komîteya peywendiyên derve ya ENKSê birêz Îbrahîm Biro kir.

Herwih mamoste Ibrahîm Biro, bi hûrgilî behsa serdana şanda Desteya Danûstandinan a Sûriyê bo Waşintonê û hevdîtinên ku ligel Wezareta Derve ya Amerîka, Kongres û Navenda Lêkolînan pêk hatin, hemûyan li ser pirosesa siyasî li Sûriyê û tekezî li ser rewşa Sûriyê kir. leza Erebî ji bo asayîkirina bi rêjîma Sûriyê re û metirsiyên wê li ser paşeroja gelê Sûriyê ji ber nebûna cidiyeta rêjîmê û herwiha helwesta nezelal ya Amerîka li ser Dozên asayîkirin û vebûna ji sîstemê re.

Biro tekez kir ku haya me ji berjewendiyên her welatekî heye, lê bi şertê ku ew ne weke bazariyek li ser qurbanîdan û rûmeta Sûriyan be.

Derbarê helwesta Amerîka de jî Biro got: Wan me piştrast kirin ku bêyî avêtina gavên cidî ti asayîbûn û vebûn ji rêjîma Sûriyê re çênabe û çareserî jî dê li gorî biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî be.

Di dawiyê de destwerdan ji aliyê hejmarek ji endamên nûneratiyê ve hat kirin û Biro bi awakî vekirî bersiva pirsên amadebûyan da.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.