المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Hunermendê kurd “Ebdulqadir Silêman koça dawî kir..

0 446

Îro roja duşemê 4ê Êlûna 2023an, hunermendê kurd “Ebduldaqir Silêman li nexweşxaneya Azadî li Duhokê koça dawî kir ..

Hunermend Ebdulqadir Silêman, ji bajarê Qamişlo yê Rojavayî kurdistanê bû,di sala 1969 an de, bi dest karê stranbêjiyê kir û bi deng û hestên xwe û saz û tenbûra xwe û bi gotina stranên netewayî û evînî di nav kurdan de dihate naskirin û herwiha beşdarî di gelek şahiyan û dawetan li Rojavayî kurdistanê kiriye..

 

Û Stranbêjê kurd Ebdulqadir Silêman di sala 2011an de, piştî şerê Sûriyê destpêkir ew koçberî bajarê Duhokê yê Herêma kurdistanê bû ..

Û îro roja duşemê 4ê Êlûna 2023an, ji sedema nexweşiyê li nexweşxaneyeke bajarê Duhokê çû ber dilovaniya xwedê..

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.