المجلس الوطني الكوردي في سوريا

GUNDEWARÊ DIRBÊSIYÊ DI NAVBERA DU SAZIYÊN ILKITRÎKÊ DE WINDA DIBIN Û PAR DIMÎNIN

0 64

Wek tê zanîn pîştî kirîza Sûriye,herêmên Kurdistana Sûriye bi awayekî ne sererast ji aliyên saziyên xizmetguzariyê tên birêvebirin.

Herwiha li gorî çavkaniyên taybet du xetên Ilkitrîkê hene li ser navê du gundan tên nasîn yek gundê Til Bêder wek bajarokekî tê nasîn û xeta duyem gundê Xirbet Îd ya ku bi dehên gundên Kurdan Êlêtrîka wan li ser e.

Û Ilkitrîka van herdu xetan ji navenda bajarê Hesekê ye ya Ilkitrîkê.

Herwiha wek tê zanîn ku ava vexwarinê ya van gundan li ser Ilkitrîkê ye,dema Ilkitrîk tê birîn bi tindî ji avê qut dibin.

Li gorî şopandina nûçegehanê me di derbarê vê mijarê de,bi taybet dema Ilkitrîk li ser xeta gundê Xirbet îd tê birîn ji bo rûxandinekê ango pirsgirêkek Ilkitrîkê bi awayekî zû nayê çareserkirin.

û di heyvê de zêdeyî sê caran Ilkitrîk tê birîn û her carekê ta ku bê sazkirin nêzîkî pênc rojan derbas dibe û xelkên wê herêmê wer di hawarçûnê de ne ji bo avê.

Ji ber ku rêveberiya saziya Ilkitrîkê ya bajarê Hesekê û Dirbêsiyê xeta gundê Xirbet îd ya ku pir gund bi ser wê ve ne,herdu rêveberî xwe nabîn in berpirsiyarê vê herêmê.

ev tê wateya ku ev herêm nizane wê berê xwe bi ku veke dema pirsgirêkek di vî warî li cem wan çêdibe.

Herwiha ji aliyekî dî jî, Ilktirîka xeta Til Bêder zêdeyî du qata ji Ilkitrîka xeta gundê Xirbet Îd tê.

wek tê zanîn divê katijmêrê Ilkitrîkê herdu xetan wekhev bin.

Lê mixabin karmendên navenda Ilkitrîkê hîn karmendin li cem rêjîma Sûriye ne û bi awayekî eşker e, Ilkitrîkê ji para xeta Xirbet Îd ji xwe re didizin bêyî ku kes hesab bi wan re bibîn e.

Di derbarê vê yekê de,mirovekî bi navê bavê Aras ji gundên ku Ilkitrîk li ser wan hatiye birîn bi awayekî zelal ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman û got:

“Bi rastî ev xeta gundê Xirbet îd a ku gelek gund bi ser wê ve ne û jêdera Ilktirîka wan ji navendek ya bajarê Hesekê ye,lê mixabin di heyvê de pir caran Ilkitrîk tê birîn û her carekê jî zêdeyî çar rojan birîna Ilkitrîkê dûmdike , Û em bê av dimînin,ji ber ku herêma me hemû bîrên me yê ava vexwarinê li ser wê ne û bi taybet di werzê havînî de em pir zahmetiya dibînin ji ber ku wek tê zanîn xelkên vê herêmê ajalan(lawir,sewal) xwedî dikin û pêwistiya wan pir bi avê heye bê av jiyan nabe”.

Herwiha bavê Aras axaftina xwe berdewam kir û got:

“Rasteqîna çima zû dema Ilkitirîk li ser xeta gundê Xirbet îd tê birîn nayê sazkirin em Karin vê  bi awayekî zelal bêjin ev herêma me di navbera herdû saziyên Ilkitrîkê de ne,yek ya bajarê Hesekê ya bi ser rêjîma Sûriye ve,û du ya bajarê Dirbêsiyê ya bi ser rêveberiya PYDê ve windabûye”.

Di dawiya axaftina xwe de,bavê Aras anî ziman û got:

“Em bi hêvî ne ku dengê me bighê cihên berpirsiyr ta bi awayekî lez pirsgirêka me ya Ilkitrîkê çareser bikin û birîna wê  bi rojan dom neke”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.