المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Hewlêr.. Şepêla pêşeroja kurdistan Sûriya,12emîn salvegera terorkirina xebatkar “Mişel Temo” vejandin..

0 165

Roja înê 6ê Cotmeha 2023an,rêxistina Herêma kurdistanê a Şepêla Pêşeroja kurdistana Sûriyê ,12emîn salvegera xebatkar”Mişel Temo” vejand ..

 

Û ev yek bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û encûmena niştîmanî û herwiha kesayetên nivîskar û rewşenbîrî…

 

Û herwiha ronahiyek li ser kar û xebata “Mişel Temo”….

 

-Di sala “1972”an de, Mişel Temo” dest karê siyasî kir , ku di destpêkê tevlî nava refên Partiya Yekîtiya Gelêrî ya Kurdî bû,di dema pist salan kar di wê partiyê de kir , û ji bihêz û xurtbûna xebata wî gihişta asta endamtiya polîtpîroya wê partiyê..

 

_ Di sala “2000” an de , Mişel Temo ” bi pênûsa xwe ya azad berê xwe de karê rewşenbîrî û nivîsandinê ku li gel Hejmarek çalakvanan re beşdarî komîteyên geşkirina civaka sivîl li Sûriyê de kir ku ew yek ji endamê wan komîtan bû ,û di 10/12/2000″ Platforma Celadet Bedirxan a rewşenbîrî damezrandin û Hejmarek ji gotar bi herdu zimanên kurd û erebî nivîsandin …

 

_ Di 29 Gulana sala 2005an de, û piştî serhildana Qamişlo xebatkar” Mişel Temo ” Partiyek bi navê Şepêla pêşeroja kurd li Sûriyê damezrand..

 

Û Xebatkar ” Mişel Temo ” ji ber çalakiyên wî yên rewşenbîrî û siyasî di 15 ê Tebaxa sala 2008 an de,li ser rêya di navbera Heleb û Kobanê ji aliyê hêzên rêjîma Esed ve hat girtin û bi tundî hat îşkencekirin, û di destpêka şoreşa Sûriyê de û piştî ku xwepêşandan li dijî rêjîma Esed xelk derketin kolanan û doza berdana Mişel Temo ” û azadiya mafê gelê kurd kirin, Di Hezêrana 2011an de, xebatkar ” Mişel Temo ” ji zindanê rêjîmê de serbest hate berdan ..

 

Lê girtin û terorkirin, astengî , binpêkirin nebûn rêgir û kelem li pêşiya qeliskirina hizir û ramanên” Temo” yên niştîmanî û bîr û baweriyên wî bi rêbaza Barzaniyê nemir û kurdayetiyê û karê wî nehatrawestandin û herwiha ji ber vê yekê di gotineke xwe de got: Dibe ku hû karibin me bigirin ,zirarê bidin me, îşkenceyê li me bikin, dikarin me bikûjin ,lê hûn ê nikarîbin vîna me û rûmeta me talan bikin ,roj roja rûmetê ye,roja serbilindî ,roja azadî û paşerojê ye ji bo ciwanana e ne ya rêjîmên zalim..

 

Gelê kurd li Sûriyê miletekî resen e û netewayeke sereke ye ku li ser axa xwe ya dîrokî ye ku beşek ji kurdistanê ye , bi van gotinan “Mişel” darê zilm û zorê şikand û bû şehîdê azadî û rûmetê…

 

Û piştî serbest berdana wî Pakrewan ” Mişel Temo ” tevlî Şoreşa Sûriyê bû û piştgiriya xwe ji xwepêşandaran re li dijî rêjîma Sûriyê re ragihand, û piştî avakirina Encûmena Niştîmaniya kurd li Sûriya Mişel bo endam di Encûmenê , ..

 

Hêjaya were gotin ku “Mişel Temo ” rêberê Şepêla pêşeroja kurd li Sûriya, ji dayîkbûna sala 1957an,li gundê Cenazaeyê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, Di sala 1980 ê de li zanîngeha Helebê beşê Endazyariya Çandiniyê xwendibû,û di sala 1988 an de,ji ber xebata wî yên siyasî ji aliyê desthilata Be’s ve ji karê dewletê hate dûrxistin…

 

Û tê zanîn di 7ê Êlûna Sala 2011an de , Mişel Temo ” rastî hewleke kuştinê hat, lê di roja 8ê Cotmeha 2011an, careke din Xebatkar Mişel Temo ” rastî êrîşeke kuştinê hat, di dema ku Mişel û hin hevalên xwe li Maleke li bajarê Qamişlo di çiviyan , ku 4 çekdarên nenas bi hêza çekan êrîşî wê malê kirin, û Mişel kuştin, herwiha kurê wî Mersêl û çalakvana kurd ” Zahîda Reşkêlo birîndar kirin..

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.