المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEWLÊR: ŞANDEKE YEKÎTIYA NIVÎSKARÊN KURDISTANA SÛRÎ SERDANA OFÎSA YEKÎTÎ KURDISTANÎ KIR.

0 159

Di roja pênşemê 12.10.2023,an de, şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrî bi nûneratiya: Fanîs Mîranî, Elî Şêxo Berazî û Fêysel Qadrî, serdana ofîsa partiya Yekîtî Kurdistanî li Hewlêrê kir.

 

Û ji aliyê endamên Komîteya Siyasî Îbrahîm Biro û Îsmaîl Reşîd û berpirsê rêxistina Hewlêrê ya partiyê Alan Selîm ve hatin pêşwazîkirin.

 

Gotûbêj li ser pêşhatên dawî yên li herêmên kurdî bi taybetî û Sûriyê bi giştî û pêwîstiya hemû pêkhateyan ji bo rûbirûbûna kêşeyan di van şert û mercên dijwar de hat kirin.

 

Herwiha tekezî li ser rola bibandor ya rêxistin û çalakiyên kurdî hat kirin, di nav wan de Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrî, ji bo pêkanîna erkên xwe û bi hemahengî ligel rewşa siyasî ya kurdî, ku pênûsên azad nûneratiya wijdanê gelê xwe û derbirîna êş û azarên wî ne. Ji ber ku di ronesans û pêşketina civakê de rola wan a girîng heye divê bal bê dayîn.

 

 

Di dawiyê de tekezî li ser pêwîstiya danûstandin û pevguhertina nêrînan ji bo xizmetkirina doza gelê Kurd hate kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.