المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ:SEROKÊ ENKSÊ SERDANA METRANÊ CEZÎRÊ Û FIRATÊ LI SÛRIYÊ KIR.

0 112

HESEKÊ:SEROKÊ ENKSÊ SERDANA METRANÊ CEZÎRÊ Û FIRATÊ LI SÛRIYÊ KIR.

Serokê ENKSê bi beşdariya şandeke Xwecihiya Hesekê ya rojhilat Serdana Metranê Cezîrê û Firatê li Sûriyê kir

Roja Duşemê 10.2.2025,an Serokê ENKSê mamoste,Mihemed Ismaîl bi beşdariya şandeke xwecihiya Hesekê ya Rojhilat ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê serdana birêz Mar Mûrîs Amsîh metranê Cezîrê û Firatê li Sûriyê kir.

Di destpêkê de serokê ENKSê Mamoste. Mihemed Îsmaîl di axaftina xwe de behsa nêrîna siyasî ya Encûmena Kurdî a ji bo pêşeroja Sûriyê kir.

Her wiha tekezî li ser pêwîstiya parastina jiyana hevbeş, aştiya sivîl di navbera pêkhateyên herêmê de kir û destnîşan kir ku hemû pêkhate hevdû temam dikin û hewceyî hevdû ne.

Isma’îl, bal kişand ser dîroka hevbeş ya pêkhateyan di navçeyê de,û destnîşan kir ku hin polîtîkayan di navbera wan de qeşa çêkirine û got: “Em niha hewl didin ku vê qeşê bişkînin”.

Serokê ENKSê got: “Rêjîmê xêrên herêmên me didizîn û gelên herêmê birçî dikir, niha û tevî ku hinek tirs di nav welatiyan de hene, em hêvîdar in ku pêşeroj baş be”.

Di dawiyê de got: “Divê Sûriyeya pêşerojê bibe welatekî sivîl, pirneteweyî, pir olî û pir komeleyî, û divê li hember hemû olan bê alî be”.

Ji aliyê xwe ve,nayifê Metran,di axaftina xwe de, bal kişand ser têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Suriyanî û gelê Kurd de, û tekez li ser pêwîstiya gihîştina welatekî sivîl a laîk(elmanî) ku ji bo hemû gelê Sûriyê bi pêkhateyên xwe yên cuda be.

Her wiha Metran got: Em bi sedên salan biratî ku bi hev re dijîn û polîtîkayên cuda nikarîbûn nakokiyê di navbera me de çêbikin.

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.