Home / Uncategorized / HESEKÊ: NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA HESEKÊ YA ROJAVA YA BI SER ENKSÊ VE .. 

HESEKÊ: NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA HESEKÊ YA ROJAVA YA BI SER ENKSÊ VE .. 

Encûmena Xwecihî ya Rojava li Hesekê ya bi ser ENKSê ve, di roja Sêşemê,31.1.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Civîn bi kêlîkek bêdeng rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de, Barzanîyê nemir dest pê kir, û piştre li ser lîsta kar rawestiyan.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.

 

Di berdewamiya gotûbêja xwecihiyê de, endaman rewşa siyasî li ser asta Sûriyê, kurdî û herêmî û encamên kirîza Sûriyê bi taybetî ya aborî û xirabkirina rewşa jiyanê ji ber bilindbûna nirxa diravî ya Amerîkayê dolar li hember lîreya sûrî.

gotûbêj kirin.

Ji bilî qutbûna berdewam a ava vexwarinê li ser bajarê Hesekê ji çar mehan, û bikaranîna xelkê ji aliyê hin xwediyên otombîlên avê ve bêyî çavdêriya rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokrat, û di encamê de bargiraniyên aborî û tendirustî li ser xelkê çêdike.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN.

Di roja Sêşemê 21ê avdarê sala 2023an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published.